Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin 2024-11-02 15:20:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de hate xwestin ku Abdûrrahman Gemîcîoglû yê di beşa lênêrîna awarte de tê ragirtin û Dede Anil bên berdan.   Komeleya Mafên Mirovan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî dan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 658’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtî Abdûrrahman Gemîcîoglû yê li Wanê di beşa lênerîna awarte de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Bila Abdûrrahman Gemîcîoglû bê berdan” û “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û wêneyên girtiyên nexweş bên hilgirtin. Di çalakiyê de her tim dirûşmên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” û “Bila Abdûrrahman Gemîcîoglû bê berdan” hatin berzkirin.    NEXWEŞIYÊN GEMÎCÎOGLÛ    Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bal kişand ser mirinên biguman ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş. Yolerî da zanîn ku Gemîcîoglû li Wanê di beşa lênerîna awarte de tê ragirtin û qala nexweşiyên wî û pêvajoya dermankirina wî kir. Yolerî peyama keça Gemîcîoglû jî parve kir. Yolerî xwest ku daxwaza taloqkirina înfazê ya ji bo Gemîcîoglû hatiye kirin bê qebûlkirin û demildest bê berdan.   ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 530’emîn a çalakiya xwe de li Cadeya Sakaryayê li hev kom bûn. Kesên tev li çalakiyê bûn pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” vekirin. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Abdûrrahman Gemîcîoglû.    ÎZMÎR    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê  di çalakiya xwe ya 299’emîn de ku 2 hefteyan carekê li dar dixe li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hatin bahev. Di çalakiya ku gelek kes tevlibûn de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Dede Anli yê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Marmarayê tê ragirtin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî piştgirî dan çalakiyê.    Yek ji rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Dede Anil û qala rewşa wî ya di girtîgehê de kir. Çîçek, wiha got: “Dede Anil nexweşekî giran ê astengdar e, rewşa wî ya giran bi raporan sabît e. Divê demildest were berdan û li cem malbata xwe were dermankirin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.