Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike 2024-10-16 16:14:25   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo bi siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê pêk bîne, serlêdan kir.    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtiye re hevdîtinê pêk bîne, serî li Wezareta Dadê da. Tê payîn ku hevdîtin serê hefteya pêşiya me pêk were.    Ozgur Ozel duh di komcivîna partiya xwe de ragihandibû ku ew ê di navbera 23-27’ê cotmehê serdana Amedê, Batmanê, Mêrdînê, Şirnexê û Colemêrgê bike û beriya hevdîtinê jî dê serdana Demîrtaş bike.    Ozgur Ozel ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da û hê jî bersiva wî nehatiye dayîn.