Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin 2024-10-16 15:44:21   STENBOL - Doza qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya AGOS’ê Hrant Dînk ku 5 jê polîs 12 kes tên darizandin, ji bo îfadeya Midûrê Emniyetê yê demê Alî Fuat Yilmazer cara dawî hate taloqkirin.    Danişîna 10’emîn a doza qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya AGOS’ê Hrant Dînk ku tetîkkêş Ogun Samast û 5 polîs jî di nav de bi giştî 12 kes bi sûcên “Hewldana tunekirina pergala makezagonî” û “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” tên darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Bersûcên girtî Alî Fûat Yilmazer, Ramazan Akyurek, Yasîn Hayal, Erhan Tuncel, Zeynel Abîdîn Yavuz û Tuncay Uzundal ji girtîgeha lê dimînin; bersûcên negirtî Ersîn Yolçu, Ogun Samast û Adem Saglam jî li bajarên lê dijîn bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    MUTALAA   Dozgeriyê mutalaaya xwe ya di rûniştina berê de eşkere kirî dîsa dubare kir û xwest ku sûcdariya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” ya derheqê pêdankeran Ahmet Îskender, Erhan Tuncel, Yasîn Hayal, Tuncay Uzundal, Zeynel Abîdîn Yavuz û Ersîn Yolçu û tetîkkêş Ogun Samast da ji ber “demborînê” were betalkirin. Dozgerî xwest ku Adem Saglam ê li wê demê li Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Trabzonê peywirdar ji ber sûcên “Hewldana tunekirina pergala makezagonî”, “Bi tevgerên xemsar re kuştina biqesdî” û “Kuştina biqesdî”  beraet bike û ji sûcê “Endamtiya rêxistinê” were cezakirin. Dozgerî xwest ku midûrên emniyetê yên demê Alî Fûat Yilmazer û Ramazan Akyurek jî ji ber sûcê “Hewldana tunekirina pergala makezagonî” bên cezakirin.    'EM TEV LI MUTALAAYÊ NABIN’   Ji parêzerên malbata Dînk, Hulya Devecî diyar kir ku kesên berpirsyartiya wan di cînayetê de heye lê hatine beraetkirin, redkirina tevahiya daxwazan, xelet arastekirina saziyên fermî, xeletiyên hiqûqî, darizandina bersûcan a bisînor û vehêlandina darizandinê ya bi demê re û daxwaza ku doz ber demborînê bikeve nikarin rastiya şênber derxînin holê û bi vê sedemê tev li mutalaayê nabin.    'RASTÎ HATE VEŞARTIN’   Pêdanker Erhan Tuncel îdia kir ku agahî dane rayedarên emniyetê ku dê Dînk were kuştin lê tevî vê jî pêşî li cînayetê nehatiye girtin. Tuncel, ev tişt anî ziman: “Min rapora têkildarî amadekariyên cînayetê pêşkeş kir û min jê re got ku nikarim pêşî li Yasîn bigirim û min xwest ji wir biçim. Midûrê Şaxa Îstîxbaratê yê Emniyeta Trabzonê yê wê demê Engîn Dînç xwest ez peywira xwe bidomînin û got; ‘Em ê tevdîran bigirin û rê li ber sûîqestê bigirin. Tu berdewam bike.’ Emniyeta Trabzonê Yasîn Hayal parast. Tevî ku Engîn Dînç, Midûrê Şaxa Îstîxbaratê yê Emniyeta Stenbolê Ahmet Îlhan Guler hişyar kir jî, rêziknameya parastinê nexistin meriyetê. Emniyetên Stenbol û Trabzonê û cendirme bi hev re tevgeriyan û rastî veşartin. Îstîxbaratê bi salan ciwan bi kar anî. Min ev çerx xera kir lewma bûm hedef. Ên ez dame girtin bila bizanin ku ez ne dişibim Çatli ne jî Yeşîl. Dê hesaba van tevan were pirsîn.”    PARASTIN   Tuncay Uzundal ê ji dosyayeke cuda hatiye girtin jî wiha got: “Ez hevalê malê yê Erhan Tuncel bûm. Tu têkiliya min bi bûyerê re nîne. Ez beraeta xwe dixwazim.”    Parêzerê Uzundal jî îdia kir ku têkiliya muwekîlê wî bi bûyerê re nîne beraeta wî xwest.    Ji bersûcên negirtî tên darizandin Adem Saglam û Ersîn Yolçu û bersûcê girtî Zeynel Abîdîn Yavuz jî îdia kirin ku tu eleqeya wan bi “FETO”yê re nîne û daxwaza beraeta xwe kirin.    Tetîkkêş Ogun Samast jî îdia kir ku endamê “FETO”yê nîne û daxwaza beraeta xwe kir. Parêzerê Samast jî got ew tev li mutalaayê dibin.    EMNIYET Û CENDIRME BERPIRSYAR IN   Midûrê Emniyetê yê Trabzonê yê demê Ramazan Akyurek jî wiha got: “Min îfadeya xwe bi nivîskî da û tiştekî lê zêde bikim tune ye. Ez beraeta xwe dixwazim.”    Parêzerê Akyurek jî îdia kir ku di dema cînayetê de muwekîlê wî Serokê Daîreya Îstîxbaratê bû û ji cînayetê emniyeta Trabzonê, cendirmeya Trabzonê û emniyeta Stenbolê berpirsyar in. Parêzerî daxwaza beraetê kir.    Şandeya dadgehê li dijî mutalaayê, parastina pêdanker Yasîn Hayal jê pirsî. Hayal, got ku tiştekî bibêje tune ye û beraeta xwe xwest.      Midûrê emniyetê yê demê Alî Fûat Yilmazer jî ji ber ku parêzerê wî amade nebû, parastin nekir.    Şandeya dadgehê ji bo Yilmazer û parêzerê wî li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, cara dawî dem da û danişîn taloqî 10’ê cotmeha 2025’an kir.