Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin 2024-10-16 15:37:13     ENQERE - Çalakiya rûniştinê ya karkerên Fernasê di nav barîkatan de didome. Karker dibêjin heta gavek şênber were avêtin dê çalakiya xwe bidomînin.    Karkerên madenê yên li şîrketa Fernasê ku xwediyê wê Parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye dixebitîn, ji ber endamên Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) bûn ji kar hatin derxistin. Karker ev 14 roj in li Parka Kurutluş a li Çankaya Enqereyê di nava barîkatên polîsan de çalakiya xwe didomînin.    Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Oznûr Bartin, Haval Bozdag, Omer Farûk Hulaku serdana karkerên Fernasê kirin û piştgirî dan karkeran.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî hatin serdana karkeran lê polîsan destûr neda. Şandeyê bi berzkirina dirûşmeyan piştgirî dan karkeran.    Di vê navberê de karekerek nerehet bû û tîmên tenduristiyê wî rakirin nexweşxaneyê.    HETA KU GAVEŞ ŞÊNBER BÊ AVÊTIN    Karker destnîşan dikin ku heta barîkat ji dora wan bên rakirin û hevdîtinê bi rayedarek Fernasê re bikin û heta ku gaveş şênber bê avêtin dê çalakiya xwe bidomînin.