Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e 2024-10-16 15:03:43 AMED - Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş bi lêv kir ku dîtina cenazeyê keça wî ya çend kîlometreyan ji cihê lê windabûyî dûr, nîşan dide ku bûyer ne întîhar cînayet e û xwest faîl bên dîtin.    Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku di 27’ê îlonê de li Wanê winda bû, piştî 18 rojan li perava Gola Wanê ya li gundê Mela Kasim hate dîtin. Kabaîş a pêşotopsiya cenazeyê wê hate temamkirin, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin. Malbatê li mala şînê ya Kuliyeya Abdûrrahman Enç şîn danî. Bav Nîzamettîn Kabaîş ê daxwazên sersaxiyê qebûl dike gumanên têkildarî mirina keça xwe ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.    BERPIRSYARA EWIL WARGEH E   Bav Kabaîş, anî ziman ku sûcdara herî mezin Saziya Wargehên Krediyan (KYK) a keça wê lê dima ye û bi lêv kir ku keça xwe radestî wan kir lê wan peywîra xwe bi cih neanî. Kabaîş, diyar kir ku tevî keça wî neçûye wargehê jî nehatin agahdarkirin û wiha got: “Rayedarên wargehê roja din li me geriyan û gotin ‘keça we nehatiye wargehê’. Heke wargehê zû agahî dabûya dibe ku keça me zûtir hatibûya dîtin û sax bûya.”   ‘DIBE KU TELEFON HIN KESÊN DIN DANÎBE WIR’    Bav, Kabaîş, diyar kir ku keça wî ji hevalên xwe re gotiye ku ji bo keviran kom bike dê biçe ber perava golê û got ku cihê keça wî çûye cihekî ku nayê zanîn e û li vir jî îhmala wargehê heye. Kabaîş, diyar kir ku di her 4 kamerayan de rastî şopekê nehatine û ev tişt gotin: “Dema min li kamerayan nêrî li aliyê têlê jî li qada ku zinar lê ne jî kamera tune bûn. Dibe ku telefon û tiştên keça min hin kesên din danîne wir. Dibe ku hin kesan zirar dabe keça min.”   CENAZE 24 KÎLOMETREYAN DÛRÎ WARGEHÊ HATE DÎTIN   Kabaîş, diyar kir ku lêgerîna binê avê ya li dora gundê Bardakçi baş hatin kirin û ji walî û midûriyeta polîsan xwestiye ku li gundan jî lêgerînan bikin û wiha domand: “Ji min re gotin ‘em ê lêbigerin lêbigerin’ lê cenazeyê keça min piştî 18 rojan, 24 kîlometreyan dûrî cihê lê windabûbû hate dîtin.”   Kabaîş, da zanîn ku di dema odeyekê de bi rayedarên walîtî û midûriyeta polîsan re rûbirû hevdîtin kirin, rayedaran jê re gotiye “întîhar e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ji wan re got heke întîhar be, ev cenaze dê çawa evqas biçe. Ji min re gotin ‘cenaze di biniya avê de diçe’. Min jî got ez vê qet qebûl nakim. Keçik bi lingan jî nikare ewqas dûr biçe. Ev keçik rêya 24 kîlometreyan a heta Mela Kasim firiya û çû?   GOTINA ÎNTÎHARÊ YA RAYEDARAN   Kabaîş, bi lêv kir ku rayedaran bi gotina “întîharê” xwestine serê bûyerê bigirin û ev tişt got: “Dixwazin ku navê zanîngehê qirêj nebe, dernekeve. Heke canek çûyî be rastiye vê çi be divê bê derxistin. Kê kiribe bila cezayê xwe bikişîne.”   Kabaîş, diyar kir ku dema teşhîsê de keça xwe dîtî ye rastî şopên lêdanê û yên weke wan nehatiye û da zanîn ku zêdetirî 100’an nimûne hatin wergirtin û şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Kabaîş axaftina xwe wiha domand: “Li gorî îşaretên derketine holê tu mîkrofonê dirêjî kê bikî ji cenazeyê 18 kîlometre dûrî cihê lê winda bûbû hatiye dîtin nabêjin întîhar.”   Kabaîş, anî ziman ku weke malbatê yekane daxwaza wan ew e ku kesên ev hovîtî ye kirine bên aşkerekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bêwijdan kî bin bila bên aşkerekirin. Bila cezayên giran bidinê. Bila careke din destan dirêjî jinan neyê kirin.”   MA / Mujdat Can - Heval Onkol