Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e 2024-10-16 14:03:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu têkildarî nîqaşên “çareseriyê” ku piştî Bahçelî silav dayî DEM Partiyiyan dest pê kiribûn, wiha got: “Silavdayîna Devlet Bahçelî jî parçeyeke şerê taybet e”. Karasu, hişyariya “xefikê” kir.    Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu têkildarî silavdayina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya DEM Partiyiyan ji ANF’ê re axivî.    Karasu, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd were çareserkirin û têkildarî wêneye “silavdayînê” wiha got: “Serokê MHP’ê yê dijminê Kurd û ji xeynî qirkirina Kurd û Kurdistanê kirina qada belavkirina netewebûna Tirk tu polîtîka û armanca wî nîne. Divê mirov di vê çarçoveyê de nêzî hemû gotin û gavên têkildarî MHP’ê bibe. Nexwe dê bibe xefleteke mezin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li pêşiya DEM Partî û qada siyasî ya demokratîk xefik daniye.    Kurd dikarin bibêjin ev lîstikek e, polîtîkayên heyî li holê ne, heta ku ev polîtîka neyên guhertin em nabin parçeyek vê lîstikê. Ji ber ku dikarin bibêjin hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo ku gelê kurd ji têkoşîne dûrbixe, polîtîka xwe ya qirkirina Kurdan hîn hêsantir bide meşandin, serê gelê kurd tevlihev bike û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd qels bike, bi gotina dijî PKK'ê derbikevin lêyistokek xistine meriyetê. Divê heta ku gavên eşkere û guhertinên polîtîk nebînin, wisa bibêjin. Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin, tecrîda giran tê sepandin, zindan veguherîne malên mirinê, bi hezaran siyasetmedar girtî ne, her roj girtin çêdibin û zext li ser çanda Kurd hene. Heta ku ev rewş neyên guhertin, nikarin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd daxwaza jidil deynin holê.   Kurd dikarin helwesteke wiha raber bikin. Lê heke muxalîfan li ser neyînîbûna pêvajoya çareseriyê nîqaşan bikin, ev nabe têgihiştineke demokratîk. Wê bibe helwesteke nedemokratîk. Di eslê xwe de wê polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên heta niha bipejirîne.”   ÇARESERÎ Û HELWESTA DIVÊ CHP RABER BIKE    Karasu, diyar kir ku di vê pêvajoyê de helwesta CHP’ê girîng e û ev nirxandin kir: “Di eslê xwe de girîng e ku di vê pêvajoyê de çi helwestê bigire. Wê derxe holê ku wê aliyê polîtîkayên CHP’ê çi be. CHP bi eşkere bi gotina, ‘Eger çareseriyek di pirsgirêka kurd de bibe em ê piştgiriyê bidin’, dikare însiyatîf bigire. Ev yek tê wateya ku di pirsgirêka kurd de însiyatifê bigire. Ev yek wê CHP’ê deyne ser xeta demokratîk a rast. Bi vî rengî wê careke din nikaribin bi gotina, ‘Hûn li kêleka parçekar in, hûn kêleka wî ne’ CHP’ê sûcdar bikin. CHP’ê berovajî nêzîkatiya hin kesan ku li qenalên muxalîf raber kirin, bixwe dikare di çareseriya pirsgirêka kurd de însiyatîf bigre. Bi vî rengî wê polîtîkaya AKP-MHP’ê ya eware kirina Kurdan û sûcdarkirina muxalefetê vala derkeve. Astengiya herî mezin a li pêşiya CHP’ê bibe partiyeke sosyal demokrat a rast AKP- MHP’ê û nêzîkatiyên sûcdar ên hin aliyan e ku asteng dibeCHP di pirsgirêka kurd de polîtîka biafirîne. CHP bi firsenda peyamên ku AKP-MHP’ê ji DEM’ê re dane, dikare vê rewşê derbas bike û bibe partiyeke sosyal demokrat. Heke hin kes di qenalên muxalîf de dîsa çareseriya pirsgirêka kurd bikin nîqaşeke neyînî, CHP dîtbariya xwe ya di dema hilbijartinên xwecihî de winda bike; bi vî rengî bikeve nava lîstoka AKP-MHP’ê. Yek ji sedema girîng ku AKP-MHP’ê pirsgirêka kurd dikin amûr ew e ku li Tirkiyeyê bername û helwesteke rast a demokratîk an jî sosyal nîne. Weke tê zanîn li her derê cîhanê di pirsgirêkên bi vî rengî de hêzên çep û yên ji xwe re dibêjin sosyal demokrat nêzîkatiyên erênî nîşan dikin.”   HIŞYARIYA XEFIKÊ   Mûstafa Karasu bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk yên li dijî gelê kurd û wiha got: “Dewleta tirk bi gelemperî li dijî kurdan şereke taybet meşandiye. Tifaqa AKP-MHP’ê asta bilind a şerê qirêj û taybet ê li dijî Kurdan tê meşandin e. Divê neyê jibîrkirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hikûmeteke şerê taybet e. Ji hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo Kurdan tiştekî erênî nayê bendewarkirin. MHP’ê bi partiyên netewperest û faşîst ên li welatên din jî nayê hevberî kirin. Armanc û bernameyên cuda ên partiyên faşîst ên li welatên din jî hene. Tenê yek armanca MHP’ê heye; ew jî qedandina Kurdan e. Heke mirov di vê çarçoveyê de berê xwe nede ger gotin û gavên têkildarî MHP’ê wê bibe xefleteke mezin.   Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo DEM Partiyê û qada siyasî ya demokratîk kemîn daniye. Wê bang li DEM’ê bikin; tiştên ku DEM wê qebûl neke ferz bikin. Dema ku DEM Partî û hêzên demokratîk gotinên wan nekin jî wê bi gotina me destê xwe dirêjî DEM’ê kir, qad vekir, derfet da, derfeta siyasetê da, lê bersiv nedan êrîşên xwe hê zêdetir bikin. Lîstika ku danîne wiha xuya dike. Ku Erdogan li ser pirsa rojnamevanekî ku pirsî ji bo vê pêvajoyê çi gav bên avêtin, got, ‘Tu bersivê vê bide.’ Dema ku rojnamevan bersiva, ‘Bêyî ku tu gav bên avêtin ev pêvajo were domandin’ da Erdogan bi gotina ‘bersiva rast da’ rojnamevan piştrast kir. Ya ke esas difikirin jî ev e.”    ‘SILAVDAYÎN PARÇEYEKE ŞERÊ TAYBET E’   Karasu, daxuyand ku heta îktîdara AKP-MHP’ê gavan diavêje divê li dijî wan têkoşîn bê meşandin û ev tişt anî ziman: “Li vê derê diyarkirina xisûseke wê derxe holê ku MHP partiyeke çawa ye. Devlet Bahçelî beriya rojek her curê heqeretê li CHP û Ozgur Ozel kir, di vekirina meclisê de ji Ozgur Ozelê re gotiye ev tiştên me gotiye li gorî pêwîstiya siyasetê ye, dilê xwe negirin. Va ye rastiya siyaseta Tirkiyeyê ev e. Taybetmendiya herî bingehîn a şerê taybet jî ev e. Yanî xapandina gel e. Tişta ku eşkere dibêjin, ji bo xapandina gel e. Lê di eslê xwe de polîtîkayeke cuda dişopînin. Çawa wiha tê gotin, bi rastî jî nayê fêm kirin. Ez bawerim ji devê wî şihitiye. Devlet Bahçelî di şexsê xwe de eşkere kir ku siyasetmedarê Tirk çi ye. Meşandina siyaseteke ku gel dixapîne ye. Tenê ev gotin jî bes e ku siyasetmedarekî jiyana siyasî biqedîne. Di vê aliyê de silava Devlet Bahçelî jî li gorî pêwîstiya şerê taybet e. Bi vî aliyê xwe ve hewldana tiştek derxistina ji gotin û destdirêjkirina Devlet Bahçelî, ne fêmkirina rastiya dewleta Tirk û ne fêmkirina polîtîkaya qirkirina kurd e ku polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk e û hê jî didomîne.