Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye 2024-10-16 09:59:22   STENBOL - Okan Karaçam ê ji bo mitînga ku dê Yekitiya Kedkar û Karkeran di 20’ê cotmehê de li Qada Kartalê li dar bixe, banga tevlibûnê kir, wiha got: “Çareseriya pirsgirêkên me di rêxistinbûyîn û têkoşîna yekbûyî re derbas dibe.”   Yekitiya Kedkar û Karkeran dê bi dirûşma “Em berxwedana topyekûn a li dijî mûçeyên kêm, bihabûna jiyanê, talana bacê û polîtîkayên şer mezin bikin” di 20’ê cotmehê de li Qada Kartalê ya Stenbolê mitîngê li dar bixe. Amadekariyên mitînga ku dê saet di 12.00’an de dest pê bike bênavber didomin. Di çarçoveya xebatan de li gelek cihan belavok tên belavkirin û hemû karker û kedkar ji mitîngê re tên vexwendin. Dê di mitîngê de daxwazên karker û kedkaran bên bilêvkirin.    ‘EM KESÊN LI BER XWE DIDIN TÎNIN BAHEV’    Berdevkê mitîngê Okan Karaçam, bal kişand ku karker di bin şertên gelek zehmet de dijîn û diyar kir ku armanc dikin ku dengê karkeran ragihînin. Karaçam, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP’ê li hundir li dijî beşên civakê zext û êriş zêde kirin. Li derve jî polîtîkayên şer û êrişkariyê dimeşîne. Dibêje li dijî Îsraîlê ye lê di rastiyê de li ser Hamasê diaxive. Êrişên li dijî gelê kurd jî bi rengekî bêeman bewam dikin. Bi heman awayî li dijî çîna karkeran jî êriş berdewam dikin. Bi qanûna kar a nû ku niha li ser nîqaşan dikin bêewlebûn û nediyariyekê li karker û kedkaran ferz dike. Êrişên li dijî jinan zêde dibin. Cînayetên jinan, bûyerên tacîz û tecawizê her tim zêde dibin. Desthilata AKP’ê dixwaze atmosfereke tirsê ava bike. Bêpêşerojî li ciwanan tê ferzkirin. Heke em çîna karkeran weke hêzeke civakî dernexînin holê dê êrişên desthilat û sermayayê berdewam bikin. Em ji ber vê mitîngê li dar dixin. Em hewl didin kesên li ber xwe didin û hemû beşên civakî bînin bahev.”   Okan Karaçam   ‘BUDÇEYA ŞER LI SER PIŞTA KARKERAN E’    Karaçam, bal kişand ku êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd krîza aboriyê kûrtir dikin û anî ziman ku fatoreya êrişan ji karker û kedkaran re hatiye birîn. Karaçam, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hundir zextê li beşên civakî dike, li derve polîtîkayên şer dimeşîne. Dibêje li dijî Îsraîlê ye lê li ser Azerbaycanê petrolê dibe Îsraîlê. Êrişên li dijî gelê kurd bênavber didomin. Krîza aboriyê kûrtir dibe, budçeya şer li ser pişta karker û kedkaran tê barkirin. Ji lîmîtên kartên krediyan dibirin û ji budçeya şer re vediqetînin.    Îro karker hewl didin bi mûçeyê kêmtirîn debara xwe bikin. Ji sedî 70’ê xebatkarên li welat hewl didin bi vî mûçeyî debara xwe bikin. Bihayên kirêyan, bi taybetî li taxên kedkaran derketiye 15 hezar lîreyan. Anku karkerek tenê dikare kirêya xwe bide. Ne pêkane ku pêdiviyên xwe yên din ên bingehîn pêşwazî bike. Her wiha karker di kargehan de bi zext û mobîngê re rûbirû dimînin. Dema rabûn bibin sendîkayî bi xetereya derxistina ji kar re rûbirû dimînin. Gelek girîng e ku karkerek di bin van şert û mercan de tev li mitîngê bibe.”   ‘KURSÎ YA KARKERÊN TÊDIKOŞIN E’    Karaçam, destnîşan kir ku li kursiya ku dê roja mitîngê deynin ne tenê serokên sendîkayan dê karkerên li ber xwe didin jî hebin û ev tişt got: “Em kursiyê ji karkerên berxwedêr re dihêlin. Me serdana karkeran kir û ew vexwendin kursiyê. An ku dê di 20’ê cotmehê de karkerên têdikoşin hebin. Di dawiya mitîngê de jî dê hevalên me yên hunermend derkevin ser dike.”   Karaçam, girîngiya têkoşîna yek girtî destnîşan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet em ê bi tenê vê mitîngê re bisînor nemînin. Dê xebatên me li tevahiya salê bidomin. Li pêşiya me hevdîtinên budçeyê û hevdîtinên mûçeyê kêmtirîn hene. Em bang li hemû karker û kedkaran dikin; divê em daxwazên xwe bi hev re bînin ziman. Divê em li kêleka hev mil bi mil bisekinin û têbikoşin. Ji mûçeyên kêm heta şertên xebatê heta mobîngê gelek pirsgirêkan re rûbirû ne. Karkerên jin mûçeyê wekhev nagirin, keda wan bêtir tê xwarin. Çareseriya van pirsgirêkan di rêxistinbûyîn û têkoşîna yekgirtî re derbas dibe.”   MA / Ferdî Bayram