‘Divê jin bi hev re têbikoşin' 2024-10-16 09:01:47 ENQERE - Jinên bertek nîşanî zêdebûna komkujiyan dan, diyar kirin ku divê jin bi hev re li dijî komkujiyan têbikoşin.   Qetilkirina jin û zarokan roj bi roj zêde dibin. Zilamên bi zirxên “bêcezabûnê” bi hêz bûne, hema bêje her roj qetlîamekê dikin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di navbera Çile û Îlona 2024’an de; 295 jin hatine qetilkirin û 184 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Jinên enqereyî bertek nîşanî qetlîamên jinan dan û xwestin cardin Peymana Stenbolê esas bê girtin.   ‘BILA PEYMANA STENBOLÊ CARDIN ESAS BÊ GIRTIN'   Zehra Hazer diyar kir ku ew wekî jin xwe ewle hîs nake û got: “Berî her tiştî ji bo ewlehiya jinan û zarokên me ez daxwaza vegera li Peymana Stenbolê dikim. Divê jin bi hêz bin. Divê jinên ciwan li ser lingên xwe bisekinin û azadiya xwe ya aborî bi dest bixin."   Nezahat Ergun jî got: “Tundiya li her jinê tê kirin, li min tê kirin. Tundiya li ser jinê, pêkanîneke derveyî mirovahiyê ye. Em nikarin jinên ku daxwaza parastinê jî dikin biparêzin. Divê hemû jin li dijî vê yekê bibin yek. Pêwîst e civak di vê mijarê de bê perwerdekirin." Selîme Aktaşê jî got: "Divê jin dakevin qadan û daxwazên xwe biqîrin."   Nazmiye Denîz jî anî ziman ku sedema qetlîaman polîtîkayên desthilatê ne û wiha got: "Ji ber ku hikûmet jinan li malê hepsî dike û nahêle bixebitin ü wan weki metayeke seksö dıbine, bûyerên tundiyê û qetlîamên jinan pêk tên."   Denîz diyar kir ku desthilat hem di jiyana kar û hem jî di jiyana civakî de jinan naxwaze û got: “Divê jin bi ser bikevin û têbikoşin. Beriya her tiştî divê hişyar bin û bi hev re bitêkoşin. Divê jin serî li ber çarenûsa xwe netewînin."    Ayfer Akbaba jî got: “Em her ku diçe li malên xwe tên girtin. Êdî nefesgirtin jî ji bo me zehmet bûye."    Serap Antepli jî da zanîn ku divê hem jin hem jî mêr di warê hişmendiya jinê de perwerde bibin û got: “Tişta ku tê serê me û em dibihîsin, derî aqilan e. Di têkoşîna li dijî vê ferasetê de xebatên ciwanan gelek in. Divê ciwan hişyar bin û bi rêxistin bin. Ji ber ku tu encam bi hewldanên takekesî nayên bidestxistin.”