Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da 2024-10-15 15:19:34   ENQERE - Li gorî rapora bûdçeyê ya meha îlonê ya Wezareta Xizîne û Darayî; bûdçeya rêveberiya navendî li gorî par ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da.    Wezareta Xizîne û Darayî rapora xwe ya bûdçeyê ya meha îlonê eşkere kir. Li gorî raporê; lêçûnên bûdçeyê ya rêveberiya navendî derket 932,1 milyar TL’an û dahatên bûdçeyê jî bûn 831,6 milyar TL. Bi vê yekê re bûdçeyê 100,5 milyar TL’an li kêmiyê da. Bûdçeyê di meha îlonê de 100 milyar û 464 milyon TL’an li kêmiyê da.   LÊÇÛNÊN FAÎZÊ   Lêçûnên bûdçeya rêveberiya navendî bi meha îlonê ve bûn 932 milyar û 68 milyon TL. Lêçûnên faîzê bûn 148 milyar û 678 milyon TL, lêçûnên faîz ne di nav de jî bûn 783 milyar û 390 milyon TL.  Ji bo lêçûnên bûdçeya rêveberiya navendî ya sala 2024’an 11 trîlyon û 89 milyar û 37 milyon TL hatibû tehsîskirin û ji vê tahsîsatê 932 milyar û 68 milyon TL di meha îlonê de hatin bikaranîn. Sala par di heman demê de 570 milyar û 482 milyon TL hatibûn xerckirin.