Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin 2024-10-15 13:11:24 STENBOL - Di doza ku rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat jê tên darizandin, şertê kontrola edlî hat rakirin. Der barê Aslan û Alayumat de lêpirsînek nû hat destpêkirin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayumat bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê wan de doz hatiye vekirin. Danişîn ewil a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana StenbolÂe hat lidarxistin. Aslan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û rojnamevanên din û parêzerên xwe jî di danişînê de amade bûn.    ‘XEBATÊN ME YÊN ROJNAMEVANIYÊ TÊN TAWANBARKIRIN’    Aslan li dijî îdiayên der barê xwe parastina xwe kir û destnîşan kir ku îdianame ji nûçeyên çêkiriye pêk tê û nûçeyên çêkirine jî ne sûc in. Aslan bi bîr xist ku berê jî heman sûcdarî lê hatine kirin û got: “Em rojnamevan in û em bi xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên sûcdarkirin. Ez tawanbariyên li ser xwe qebûl nakim.”   Parêzera Aslan, Şevîn Kaya jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlê wê bê rakirin.    'OCALAN DI ÇARESERIYÊ DE XWEDÎ ROLEK SEREKE YE’    Rojnamevan Esra Solîn Dal jî li dijî tawanbarî ango îdiayên der barê xwe de parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin û got: “Min çi nûçe çêkiribe kirine sûc û xistine îdianameyê. 65 nûçeyên min kirine tawanbarî. Sedema wê jî ew e ku nûçe têkildarî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan in. Wek ku hûn jî dizanin; Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî rola sereke ye. Ez rojnamevan im û dikarim li ser gelek mijaran nûçe çekim. Wek rojnamevan dikarim li her kesî bigerim. Nûçeyên bi îmze ne û eşkere ne.”    Parêzerê Dal, Şukru Alpsoy da zanîn ku mijara îdianameyê bi temamî li ser çêkirina nûçeyên tecrîdê ne û wê wezîfeya rojnamevaniyê bicih aniye. Alpsoy xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîla wî bê rakirin.    'DOZ TENÊ LI NÛÇEYÊN TECRÎDÊ HATIYE VEKIRIN’    Rojnamevan Erdogan Alayûmat jî bal kişand ser wezîfeya rojnamevanan û got ku rojnamevan li hemberî civakê-gel berpirsiyariya xwe bicih tînin. Alayumat da zanîn ku nûçeyên wî ku di îdianameyê de cih digirin hemû li ser tecrîdê ne û ji ber navê Abdullah Ocalan û tecrîdê têde derbas dibe doz lê hatiye vekirin. Alayumat diyar kir ku wî gelek nûçeyên din jî çêkirine lê di îdianameyê de cih nagirin û nûçeyên çêkirine ne sûc in û tawanbariya li ser xwe red kir û xebatên wan rojnamevaniyê nabe mijara tawanbariyê. Alayumat got ku tenê ne ew nûçeyên li ser Ocalan çêdikin û got ku li qada neteweyî û navneteweyî gelek rojnamevan nûçeyên der barê Ocalan de çêdikin.    Parêzera Alayumat, Emîne Hasar jî anî ziman ku nûçeyên miwekîlê wê çêkirine nabin mijara tawanbariyê û xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlê wê bê rakirin.    ‘NÛÇEYÊN LI SER OCALAN NE SÛC IN’    Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok jî destnîşan kir ku nûçeyên der barê Abdullah Ocalan de nabe mijara tawanbariyê û çêkirina nûçeyên li ser Ocalan ne sûc e.    LÊPIRSÎNEK NÛ    Piştî parastina rojnamevanan û parêzeran, şandeya dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî ya li ser rojnamevanan bê rakirin.    Dadgehê diyar kir ku der barê Alayamut û Aslan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsînek nû hatiye destpêkirin û biryar da ku li benda encama dosyeya ku biryara veşarî li serê ye bê sekinandin û danişînê taloqî 17'ê sibata 2025’an kir.    Rojnamevan Aslan û Alayumat ji dadgehê hîn bûn ku lêpirsînek nû der barê wan de hatiye destpêkirin.