Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin 2024-10-15 12:44:24 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bangawaziya Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku digot; “Rêxistinê tesfiye bike” nirxand û wiha got: “Em mereq dikin ka dê birêz Ocalan çi bersivê bide. Deriyê Îmraliyê vekin em birêz Ocalan guhdarî bikin.”      Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî. Bakirhan, got ku partiya wan yeksaliya xwe temam dike û wiha got: “Dibe ku temenê me ciwan be lê têkoşîna me xwe dispêre têkoşîneke bi sedan sal berê. DEM Partî li gelê me pîroz be û bi xêr be. Baş e ku DEM Partî heye. DEM Partî misogeriya edalet, aştî û jiyana mirovane ye.”    'ME GELEK BAHOZ DÎTIN LÊ NEŞIKESTIN’    Di berdewamê de Bakirhan anî ziman ku DEM Partiyê ne tenê li gel kurdan, li gel hemû nasnameyên bindest û tune tên hesibandin cih girt. Bakirhan, wiha domand: “Dibe ku koka me li Tirkiyeyê be lê ruhê li hemû cîhanê ye. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Rêya komareke demokratîk e ku hemû kedkar û bindest bikarin lê wekhev û adilane bijîn. Di straneke kurdî de dibêje ‘Me gelek ba û bager dît, lê em neşikestin.’  Yek ji partiya herî zêde ev gotin lê tê jî DEM Partî ye.”   'EM LI CEM KEDKARAN E’   Bakirhan, berdewam kir: “Mirovahî êdî li vî welatî hêviya xwe winda dike. Xizan bi xizaniya xwe re mane, ên li edaletê digerin nizanin dê çi bikin. Jixwe kedkar terkî birçîtiyê hatine kirin. Çeteyan her çar aliyên welêt dagir kirine. Jin nikarin derkevin kolanan, ciwan tên qetilkirin û zarokên me di ewlehiyê de nînin. Êdî em xistine wî halî ku mirov ji mirovbûna xwe şerm dike. Yên ku divê ji şerman dernekevin nav mirovan, tiştekî ji bo vê rizîbûnê, xizanî û bêedaletiyê nakin. Em ê bi hev re li dijî vê rizîbûnê, li dijî vê pergala mirov tune dihesibîne bisekinin û têbikoşin.    XWEDIYÊN VÎ WELATÎ EM IN   Kurd, kedkar û bindest xwediyên esas ên vî welatî ne. Ev welat ne welatê kesên neteweperestiyê dikin lê çavên xwe li rizîbûnê digirin e. Ji bo bidawîbûna vê rewşê ya ji destê me tê em ê bikin. Binêrin, welêt di nava birçîtî û sûcan de digevize lê îktîdar li ber bac û şêlandinên îhaleyan e. Jinên her roj li kolanan tên qetilkirin, ji Edîrneyê heta Qersê ciwanên ketin xefika tiryakê, kedkarên nikarin debara xwe bikin ne bi xema wan in. Tenê li pey Îhaleyan û bacên nû ne. Hefteyek berê baceke wisa anîn ku di cîhanê de mînaka wê tune ye. Tiştekî pêkenok e lê vê îktîdarê ji bo lîmîta qertên krediyê jî bac anî. Divê ji ber vê sepanê bi Xelata Nobelê bên xelatkirin. Qaşo dê bi baca lîmîtên qerta krediyê qubeya hesin bikirin. Em jî baş dizanin ku dê qubeya hesin bi 750 lîreyên kedkaran nekirin. Heke tu bikarî bacê ji rantxwiran, ji sermayedaran bigirî, wê demê dê bikarî qubeya hesin ava bikî.    GUHERÎN MECBÛRIYETEKE    Bi sedhezaran kes li girtîgehan nikarin ji derfetên tenduristiyê sûd bigirin. Gelek ên jê bi neheqî hatin girtin û jiyana xwe ji dest dane hene. Bi sed hezaran girtî nikarin zikê xwe jî têr bikin. Avê nadinê û nabin nexweşxaneyê. Lê belê bênavber îhaleyan didin alîgirên xwe. Bersivê nadin bangên edaletê. Anku welêt, ji her alî ve hilweşiyaye, riziyaye û ji hêla siyasî û civakî de di nava çiravê de ne. Êdî ji bo Tirkiyeyê guherîn, mecbûriyeteke. Mafê kesekî nîne di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de gel ji edalet, demokrasî û debarê bêpar bihêle. Em bang li îktîdarê dikin; ji bo ev jejra heyî hêj bêhtir belav nebe, divê îktîdar, muxalefet û Meclis tavilê ji bo aştî û edaletê gavan biavêje. Li cihekî edalet, aştî û pergala venêrînê tune be; dê îhaleyên bi 100 milyon lîreyan bi 3,5 milyar lîreyan bidin. Dê ji bo dizîna 750 lîreyên di berîka kedkar û xizanan de bacê deynin ser lîmîta qertên krediyê. Ey kurdno, tirkno, elewîno, sunî û muhafezekerno, werin em bi hev re pêşî li vê rewşê bigirin. Divê em erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo guherandina vê pergalê têbikoşin.    DIVÊ EM AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BIPARÊZIN    Ji ber ku hesta empatiyê tune bû lewma Tirkiye di vê rewşê de ye. Parastina aştiyê, parastina demokratîkbûnê ye. Lewma li şûna parastina wesayetê, divê em aştî û demokrasiyê biparêzin. Werin em ruhê Meclisa ewil esas bigirin û bi vê yekê xwe bigihînin komareke demokratîk a mafên kurdan û hiqûqa wan nas dike. Di Meclisa ewil de hemû rengên Tirkiyeyê hebûn û her kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî li wir bû û bi zimanê xwe diaxivî. Lê piştre veguherî pergala yekperest û yekreng.    TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD BANG LI CHP’Ê KIR   Ji bo komareke demokratîk, erk û berpirsyartiyên girîng dikevin ser milê partiya muxalefeta sereke. CHP dikare di mijara çareseriya demokratîk a kurd de rolekî girîng bilîze. Divê CHP xwe nespêre statûkoyê, li dijî çareseriyê nesekine û li dijî çareseriyên demokratîk ên pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din nesekine. Divê li cem çareseriyê cih bigire. Nexwe dê zirareke mezin bide welêt û pêşeroja me. Herî zêde dê statûkoyê biparêze, di meseleya kurd de bernameyeke çareseriyê amade neke û bi vê yekê re dê xerabiyê li xwe bike û mezin winda bike. Ez dixwazim bangî hemû partiyên siyasî yên li Meclisê bikim; werin em bi hev re mafên kesên daxwaza aştiyê, maf û demokrasiyê dikin di serdema qanûndanînê ya nû de nîqaş bikin û muzakere û guftûgoyê bixin meriyetê.    YÊN DIBÊJIN ‘KURDAN BI ÎKTÎDARÊ RE LI HEV KIR’...    Kurd bi xwe biryarê didin bê ka dê bi kê re biaxivin, bi kê re rûnin, bi destê kê bigirin. Me li pişt perdeyan bi tu kesan re tu tiştên veşarî nekirine. Lewma jî hin derdorên dibêjin ‘Kurdan bi îktîdarê re li hev kir’, bi van gotinan re pêşiya zemîna guftûgoyê digirin û naxwazin çareseriyeke li welêt pêş bikeve. Her wiha banga me ji bo partiyên siyasî, femînîst, ekolojîst, karker, kedkar, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û çîna karker e; werin em aştî, demokrasî û edaletê bi hêviya van muqtedîran ve nehêlin. Nexwe ew ê derheqê pêşeroja me de biryarê bidin. Biryarên wan jî daxwazên me pêşwazî nakin. Werin em bi hev re aştiyê civakî bikin. Werin em ji bo çareseriya pirsgirêkên vî welatî mil bidin milên hev û têbikoşin.   TECRÎDÊ RAKIN, GUH BIDIN BANGA OCALAN    Parêzer û malbata birêz Ocalan 43 meh in nikarin pê re hevdîtinê bikin. Birêz Bahçelî, bi rastî em jî mîna te mereq dikin bê ka dê birêz Ocalan çi bibêje, bangawaziyeke çawa bike. Wê demê tecrîdê rakin û em bi hev re temaşe bikin bê ka dê birêz Ocalan bangekî çawa ji rêxistin û hevalên xwe re bike. Ma dê çima bangekî vala ji giraveke ku 43 meh in tu çûk jî lê nafirin re were kirin? Divê deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin û em mereq dikin bê ka birêz Ocalan dê bersiveke çawa bide we. Deriyan vekin em guhdar bikin bê ka dê çi bibêje.    AŞTÎ BI ZIMANEKÎ XWESERGIR PÊK NAYÊ   Li Tirkiyeyê li ser aştiyê nîqaş tên kirin. Em tune ne dîsa ew bi xwe nîqaş dikin. Dema me tune dihesibînin jî li ser navê me nîqaş dikin. Dema dibêjin aştî û destê xwe dirêj dikin jî DEM Partî tê nîqaşkirin. Lê belê DEM Partî li wan platforman tune ye. Ma dê çi hêvî û bendewariya me ji vê zîhniyeta ku me tune dihesibîne û li ser navê me nîqaşan dikin hebe? Tenê dema jineke kurd, elewî, ermen, suryan û xizan di ruhê xwe de hîs kir em dikarin bibêjin aştî dê bibe. Nexwe li rexekî gotina aştiyê û li rexa din jî kelemçe, birçîtî û xizanî nabe. Kevneşopiya me ne kevneşopiyeke wisaye ku wisa bi rehetî were paşguhkirin. Ya duyemîn jî hûn nikarin weke ku hûn xwediyên vî welatî bin bi me re biaxivin. Em yek ji gelên qedîm ên vî welatî ne. Em vî zimanê xwesergirt, yê ku me weke kesên wêdetir dibîne qebûl nakin. Aştî bi vî awayî nayê. Xwediyên welêt kî ne; kedkar in, hilberîner in, bindest in.”