Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin 2024-10-15 11:12:10   AMED - Bêparhiştina bi milyonan zarokên ji gelên cuda û qedexeyên li ser zimanê kurdî, gotinên Erdogan ên têkildarî “zimanê dayikê” vala derdixînin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû got: “Rast dibêje lê êdî kesekê ji gotinên wî bawer bike nema ye.”   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh di toreneke li Beştepeyê de got: “Bi milyonan insanên me tenê ji ber ku dixwestin baweriya xwe bi azad bijîn, bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin cihêkarî lê hate kirin, neheqî û derhiqûqtî lê hate kirin.” Gotinên Erdogan ên têkildarî “zimanê dayikê”, qedexeyên di demên dawî de li ser kurdî dîsa kir rojev. Berevajî gotinên Erdogan, qedexe û bêtehemûliya li dijî kurdî li her qadê berdewam in. Di nava 7 mehên dawî de ji jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî heta qedexekirina konseran, ji stranan heta dersan herî kêm 22 bûyerên astengî û qedexekirina zimanê kurdî qewimîn.    Di serî de li bajarên Wan, Mêrdîn, Amed û Êlihê, li gelek bajaran nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî “Pêşî Peya û Hêdî” hatin jêbirin. Di serî de li Sêrtê, li gelek bajaran kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binavkirin û girtin.    Di 24’ê îlonê de jî li Amedê bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê de hate girtin. Perwerdekarên zimanê kurdî jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin. 29 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate girtin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 30’ê îlonê de li Qada Şêx Seîd konserek li dar xist û endamên Koma Hevrayê ji ber stranên bi kurdî rojek piştre hatin binçavkirin.    'BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’   Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû têkildarî qedexeyên li ser zimanê kurdî û gotinên Erdogan axivî. Azîzoglû, diyar kir ku gotina Erdogan a “Bi milyonan hemwelatiyên me ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê axivîn cihêkarî lê hate kirin” rast e û wiha got: “Ji avakirina komarê heta niha mirov her tim ji ber zimanê xwe rastî cihêkariyê hatin. Gotina Erdogan rast e lê çi bi kêrî wî were wê dibêje. Rojek piştre berevajî gotinên xwe yên îro dibêje.”    Remzî Azîzoglû   Di berdewamê de Azîzoglû li dijî qedexe û astengkirinan banga “Tu serokkomarî, van pêk bîne” li Erdogan kir û wiha pê de çû: “Çendek roj berê ji ber zimanê kurdî em binçav kirin, girtin. Êrişî saziyên me yên ziman kirin. Nivîsên bi kurdî hatin jêbirin. Destûr nedan navên bi kurdî. Dema bi kêrî wan tê van dibêjin, dema bi kêrî wan neyê jî berevajiya vê dibêjin.”    Azîzoglû, anî ziman ku êdî tu baweriya bi gotinên Erdogan nemaye û axaftina xwe wiha qedand: “Gotinên Erdogan rast in lê êdî kesekê bi wan bawer bike nema ye. Ji ber ku gotin û kirinên wî ne heman in. Kesek jê bawer nake. Heke bi rastî jî daxwaza wî ew be, bila zimanê dayikê qebûl bike. Bila kurdî bibe zimanê fermî.”