ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-15 09:00:04   * Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku avakirina HDK'ê ya bi perspektîfa têkoşîna yekbûyî tê wateya ku ax bi ava xwe ya jiyanê re bûye yek û bi zehmetiyên pêvajoyê re berpirsyariyên HDK'ê zêde bûne û got: "Pêdiviya me bi peyman û vejîneke nû heye ku tevî tifaqa siyasî tifaqa civakî li her derê ava bike."   * Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê xweşguzarî û hiqûq neyê û wiha got: “Divê li fikrên Abdullah Ocalan jî were guhdarîkirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike.”    * Danişîna ewil a doza derbarê rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan, Enes Sezgîn, Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Erdogan Alayûmat û Dogan Kaynak de hatiye vekirin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)    * Danişîna ewil a 5 kesên 3 jê girtî ne ku bi hinceta li ber stranên kurdî govend gerandine tên darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.20)    * Dayikên Aştiyê dê bi daxwaza “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” li navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDΠ   * Lijneya Giştî ya Meclisê dê kom bibe. (14.00)    * Şaxa OHD’a Wanê dê têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Abdûrrahman Gemîcîoglû li ber girtîgehê daxuyaniyê bide. (16.00)