Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-10-15 08:40:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajarên Herêma Serhedê hişyariya barîna zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 15’ê cotmehê eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku li rojhilatê Herêma Serhedê, derdora Çewligê, deverên navîn û rojhilat ên Toroslaran ên Behra Spî, rojhilatê Behra Reş, deverên qeraxê yên Hatayê û derdora Sînopê dê baraneke zêde bibare.    Piraniya welêt jî dê pir biewr be, di saetên serê sibehê û şevê de jî herêmên navîn û rojava bi mij bin. Hat ragihandin ku dê pileya germahiyê zêde neguhere û li gorî rewşa asayî ya demsalê be.