Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin 2024-10-14 15:57:16 AMED - Li ser daxwaza TPAO’yê, ji bo “Bîra Petrolê ya Varinca 4’ê” ya li navçeya Hezroyê biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” hate dayin.    Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) bi daxwaza îstîmlaqkirina “Bîra Petrolê ya Varinca 4’ê” ya li gundê Gomeyê Derwêşî ya li navçeya Hezro ya Amedê, serî li Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG) dabû. MAPEG’ê daxwaz “îstîmlaqkirina lezgîn” erê kir. MAPEG’ê îdia kir ku ev biryar ji bo karûbarên petrolê hewce ye û dê ji bo cemaweriyê sûdewer be û ji ber van sedeman erê kiriye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha adarê de dema TPAO’yê li heman gundî xebatên lêgerîna petrolê dikir, petrol ji ber çû bû, petrol tevî ava Çemê Qamişliyê bûbû û hem av hem jî xaka wir jehrî kiribû. TPAO’yê da zanîn ku ji ber ku xwediyên eraziyê bedeleke pir zêde dixwazin, mimkin nîne bi rêya lihevkirinê bikirin. Li ser vê yekê; TPAO’yê bi daxwaza ku 14.396,67m2’yên erdê gundê Gomeyê Derwêşî weke milkiyetê û 194,53m2’yên wê jî bi rêya mafê îstîfadekirinê were îstîmlaqkirin û bi vê daxwazê serî li MAPEG’ê dabû.    TPAO’yê beriya niha jî têkildarî parsela ku xwestibû were desteserekirin serî li Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Hezroyê dabû û biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” girtibû.