Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-10-14 12:33:04   STENBOL - Kesên ku di çalakiya bi armanca piştgiriya mitînga “Azadiyê” ya li Amedê hate kirin de hatibûn binçavkirin hatin berdan.     Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê duh ji bo piştgiriyê bidin mitîna “Azadiyê” ya li Amedê hate lidarxistin li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê daxuyanî da û polîsan êrişî daxuyaniyê kir. 30 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Ji welatiyên bi îdiayên “Mûxalefeta Qanûna Xwepêşandan û Civînê ya bi hejmara 2911’an” û “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin 29 kes piştî raporên nexweşxaneyê hatin berdan, welatiyek jî piştî sewqî edliyeyê hate kirin hate berdan.    DI BIN ÇAVAN DE TUNDÎ HATE KIRIN      Hate diyarkirin ku polîsan tundî li kesên hatine binçavkirin kirine. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî mijarê ev tişt got: “Duh piştî daxuyaniya çapemeniyê ku me ji bo mitînga Amedê li dar xist, polîsan êriş kirin û gelek kes binçavkirin. Polîsan îşkence li kesên hatin binçavkirin kirin. Şopên derbê yên di laşê Dayika Aştiyê Fîncê Akman de delîla vê ya herî mezin e. Ev êriş faşîzm e, tirsa ji aştiyê ye û astengiya herî mezin a li pêş çareseriyê ye. Em serbilind in û ji we natirsin.”