ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê 2024-10-14 10:46:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîmenên ku ROJNEWS'ê bi dest xistin de derket holê ku PDK ji bo çûn û hatina gel û gerîlayan çavdêrî bike, li navçeya Bilê ya li devera Barzan, fotokapan bi cih kiriye.    Li gorî dîmenên ROJNEWS'ê ku bi dest xistin e; berpirsê asayîşa navçeya Bilê ya ser bi devera Barzanê yê PDK’ê Serwan Xelîl Bazî Barzanî, ji bo şopandina rêyên gerîlayan bi dizî kamerayek (fotokapan) bi cih dike.   Çavkaniyek taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike, dîmenek ku belgeyek din a xiyaneta PDK’ê derxist holê ji ROJNEWS'ê re şand. Heta niha gelek belgeyên xiyaneta PDK’ê derketine holê. Ya herî dawî jî kemîna kamerayê ku ji aliyê berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan yê PDK’ê ve ji bo kontrolkirina gelê herêmê û gerîlayan hatiye danînê.   Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê daye ROJNEWS'ê; berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan yê PDK’ê Serwan Xelîl Bazî Barzanî diçe dikana Ferhad Mihemed ku kelûpelên wesayîtan difiroşe. Her wiha Ferhad Mihemed ku bi xwe jî di asayîşa PDK’ê de kar dike, kemîna kamerayê ku wê li qadên gerîla were bi cihkirin, di 26’ê tebaxa 2024’an de amade dike û teslîmî berpirsê asayîşa PDK’ê dike.   Berpirsê Asayîşa Bilê yê PDK’ê di 1’ê îlona 2024’an de vê kamerayê di odeya xwe ya asayîşê de diceribîne. Hemû tevgerên wê rojê di asayîşê de têne kirin, di kemîna kameraya ku tê ceribandin de tê qeydkirin.   Di 5’ê Îlona 2024’an de berpirsê asayîşa Bilê yê PDK’ê li gel 2 kesên din kamerayê li rêya ku difikirin wê gerîla tê re derbaz bibin datînin. Ji bo neyê ferqkirin jî bi awayekî baş dipêçin. Ev kemîna kamerayê ya ku berpirsê PDK’ê daniye, ne gerîlayan tenê tevgerên xelkê herêmê jî tomar dike.