ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-14 09:00:02   * Nameya ku girtî Cîhan Alkan beriya 4 salan şandibû nû gihişt muxatabê xwe. Balkêşe ku tiştên di nameya beriya 4 sal û nîvan hatiye nivîsandin de hêj jî di rojevê de ne.    * Hunermend Engîn Cengîz ê ji ber strana xwe ya Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ku 37 kes bi îşkenceyên giran lê hatin qetilkirin vedibêje hate binçavkirin wiha got: “Ji Pablo Picasso pirsa Guernica berhema we ye tê pirsîn. Ew jî ji rêveberiya faşîst a wê demê re dibêje ‘Na we çêkir’. Ya rastî ev bi rewşa min re heman tişt e.”   * Teorîsyena hunerê û kuratora serbixwe Ezgî Bakçay bi lêv kir ku herêmîbûn li dijî polîtîkayên neolîberal derfetê berxwedanê dide û anî ziman ku bihêzbûn têkiliya bi herêmê re hatiye danîn pêkan e.   * Rojnameger Kadrî Bagdû ku li Edeneyê ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe were bibîranîn. (13.00-15.30)   * Nûnertiya DFG’ê ya Wanê dê di salvegera wefata wî de rojnameger Necmettîn Salaz li ser gora wî ya li navçeya Tûşba ya Wanê bi bîr bîne. (13.00)   * Çalakiya "Deng bide azadiyê" ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ve hatiye destpêkirin dê li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bucayê bidome.(14.00)