Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin 2024-10-13 21:06:31   HATAY - Li Hatayê di encama şaneşîna xaniyê du qat ku di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya du kesan jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Kûzûcûlû ya navçeya Dortyol a Hatayê şaneşîna xaniyê du qat ku di erdhejên 6’ê sibata 2023’yan de xesar gihiştibûyê hilweşiya. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û polîsan sewqî wir hatin kirin. Tîman ji bo ku Îlyas Çardak ê 67 salî û kurê wî Ûmût Çardak ê 37 salî ku di bin kavil de mabûn xebat dan destpêkirin. Tîman piştî demekî kurt cenazeyên bav û kur derxistin. Cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Doryolê.