Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin 2024-10-13 20:27:56   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, Herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar di nav de 7 herêm weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” îlan kir û ketin û derketina wan qedexe kir.   Walîtiya Şirnexê, herêmên Besta Cûdî, Gabar, Besta, Kato, Feraşîn, Dûlê û Kela Memê di nav de gelek herêmên girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Silopiya, Cizîr, Basa, Qileban û Elkê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” îlan kir û ketin û derketina wan qedexe kir.