Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç 2024-10-13 18:06:58   AMED - Di hilbijartina li 49’emîn Lijneya Giştî ya Baroya Amedê hate kirin de Abdûlkadîr Guleç weke serokê nû hate hilbijartin.    49’emîn Lijneya Giştî ya Baroya Amedê di roja duyemîn de berdewam kir. Li lijneya ku di saetên serê sibê de bi dengdayînê dest pê kir, piştî dengdayîna ku tevahiya rojê berdewam kir sindoq hatin vekirin. Di dengdayîna ku Abdûlkadîr Guleç, Bariş Yavûz û Cengîz Baysal ketin pêşbirkê dengê herî zêde Guleç wergirtin û weke serokê nû hate hilbijartin.