Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da 2024-10-13 16:20:00   AYDIN - Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Germencîkê Nîhat Demîr, ji banê febrîqeya lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Germencîk a Aydinê Nîhat Demîr, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. Demîr ê ku di febrîqeyeke li navçeya Turgutlu ya Manîsayê dixebitî, ji banê febrîqeyê kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Demîr, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutluyê lê tevî mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Demîr birin navçeya Germencîk a Aydinê û li Taxa Ortaklarê hate definkirin.