Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 2024-10-13 13:14:42 AMED - Bi hezaran kesên li her çar aliyên Amedê hatin gel hev, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” qîriyan.   Beriya “Mitînga Azadiyê” ku dê li Amedê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” bê lidarxistin, Qada Stasyonê hate dorpêçkirin. Li ser vê yekê girse li noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev. Bi hezaran kes li Semta Ofîsê ya Bajarê Nû hate gel hev. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan jî tev li hevdîtina li vir bû.    Gelek kes li ber Çand Amedê hatin gel hev û bertek nîşanî astengkirina polîsan dan. Parlamenterê DEM Partiyê Uçar bertek nîşanî gotina polîsan a “Em li gorî fermanê dixebitin” da û wiha got: “Hûn, axaftinên ji xwe mezintir dikin. Herin li biryarên civîn û xwepêşandanan ên AYM’ê binêrin. Walî li ser vê biryarê biryaran digire. Hûn ji bo provakasyonê hatine vê derê.”    Girseya li vir jî dirûşmên “Bijî SErok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bê Serok jiyan nabe” dest bi meşê kir. Girseyê li kolanên cuda de meş li dar xist. Polîsan, êrişî parêzerên ku digotin bandoreke neyînî li ser hilbijartinên baroyê dike, kirin.     HER DEVERA REZANÊ VEGUHERÎ QADA BERXWEDANÊ    Girseya ku li Taxa Firatê ya navçeya Rezanê kom bû, gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Heta ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser dibe dê têkoşîna me bidome.”    Bozan û kesên pê re piştre jî bi stranên kurdî li kolanan meş li dar xistin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Girse, li ser Cadeya Cemîloglûyê hate gel hev. Welatiyên bi kursiyên biteker beşdarî çalakiyê bûn bal kişandin.    CIWANAN MEŞ LI DAR XISTIN   Ciwan jî navçeyên Sûr û Bajarê Nû daketin kolanan. Ciwanên li ser Cadeya Ekîncîlerê hatin gel hev, bi nîşaneyên serkeftinê dest bi meşê kirin. Ciwanên ku kolan bi kolan meşiyan, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê.    Ciwanan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan ciwanan.