Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were 2024-10-13 10:00:54   AMED - Jinan diyar kir ku sedema zêdebûna qetlîaman polîtîkayên “bêcezakirinê” ye û banga “Edaleta ku li vî welatî tune divê êdî pêk were" kirin.    Tundî û binpêkirinên mafan ên li dijî jin û zarokan roj bi roj zêde dibin. Li gorî rapora JINNEWS'ê ya meha îlonê, 30 jin û zarokek hatin qetilkirin, 15 jin û 4 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.    Me sedemên zêdebûna tundiya li ser jinê û rêbazên têkoşînê ji jinên Amedê pirsî.   Sevîm Oncuyê anî ziman ku ji bo jinan qadên jiyanê yên bi ewle nemane û got: “Ro li nîvro jin li kolanan tên qetilkirin. Di nava çend rojan de gelek jin hatin qetilkirin. Pêwîst e dewlet cezayên birêkûpêk bide van kesan. Wê heta kengê jin û zarok bên qetilkirin? Jin ne li malê ne jî li derve ewle ne. Kujer bi hêsanî çekan peyda dikin, ev yek nîşaneya ku xwe li ber kuştina jinan li nedîtinê datînin. Ya ku tê xwestin li ser me bê ferzkirin ew e ku em bi mêrekî re derkevin derve. Lê axirê yê jinan qetil dike jî mêr e."    Gulistan Bûlûtê anî ziman ku ji ber qetilkirinan dudilî ye ku zaroka xwe bişîne dibistanê û got: “Heke hûn bi hevjînê xwe re li hev nekin, hûn ê wî berdin. Kuştin çi ye? Çi ji jin, zarok û heywanan dixwazin? Bersûc cezayê ku heq dike li bersûcan nayê birîn. Mirovan qetil dikin û piştî du rojan ji girtîgehê derdixin. Piştre van komkujiyan wekî 'lihevkirina malbatê' rewa dikin."   Necla Karaaslanê jî anî ziman ku zêdebûna kuştina jinan bandoreke xerab li derûniya civakê dike û got: “Li Tirkiyeyê edalet tune. Ger edalet hebûya dê ewqas kuştinên jinan çênebûna. Em bi tirsa 'Her kêliyê wê ji cihekê çek bê teqandin, em ê bên qetilkirin' dijîn. Li Tirkiyeyê qetilkirina jinan pir hêsan bûye. Yanî di du salan de herî kêm 260 jin hatin kuştin. Edaleta ku li vî welatî tune divê êdî pêk were."   Sumeyye Alanê bilêv kir ku Tirkiye welatekî ku qanûnan pêk nayîne û kuştina jinan lê zêde ye û got: “Dewletê Peymana Stenbolê betal kir. Ez wekî dayika keçekê ditirsim ku bi keça bizewicînim. Ez dibêjim ez ê keça xwe bidim xwendin, lê ez lê dinêrim ewlehiya jiyana tu jinekê nîne."   Alanê anî ziman ku kujer bi cezayên kêm tên xelatkirin û wiha got: “Em dibînin ku kujer bi taximan dertên pêşberî dadger. Di rewşeke wiha de cezakirina kujer bi temamî girêdayî texdîra dadger e. Divê dewlet cezayê giran bide van kesan. Divê ji bo jinan qanûn bên sererastkirin. Divê qanûna hejmar 6284 bê pêkanîn."    Ebrû Karanê jî anî ziman ku yên jinan qetil dikin qatil in û wiha got: “Çima jin tên qetilkirin? Sedema ku ewqas jin tên kuştin nebirîna cezayên giran e."