Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe 2024-10-13 09:48:38 ENQERE- Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser merhebakirina Bahçelî ya berê wiha gotibû: “Ez nabêjim wê lihevkirin, merhebakirin çênebe. Ger bi rastî jidil bin û çareseriyê bixwazin, dê di nava xwe de peymaneke civakî îmze bikin. Ew ê bi hev re li ser maseyê rûnên." Piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Meclısê de axivî û got, "Êrişkariya Îsraîlê Tirkiye jî dihewîne", Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji nişka ber bi Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan ve çû û merheba kir.    Bahçelî di cih der çû ber kamerayan û got: "Em dikevin serdemeke nû. Dema em li cîhanê aştiyê bixwazin, divê em li welatê xwe jî pêk bînin."    Dû re Erdogan piştgirî da Bahçelî û wiha gotibû: “Em ji diyaloga ku bi kêrî millet tê, dûr nakevin. Em hêvîdar in ku nirxê destê ku Tifa Cumh»rê dirêj kiriye ji aliyê muxataban ve baş bê zanîn." Erdogan piştî serdana xwe ya Sirbistanê di bersiva pirsên rojnamevanan da wiha got: "Dema ku em li geşedanên li herêma xwe dinêrin, ya herî baş ew e ku her kes li welatê me di astemosfereke aramî û aştiyê de be."    Bi vê merhebakirina Bahçelî û gotinên Erdogan re "pêvajoya çareseriyê" ya nû ket rojevê. Têkildarî vê mijarê ku berê jî Bahçelî bi destê DTP'iyan girtibû. Me jî têkildarî vê yekê nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê MHP'ê û Bahçelî de kom kirin.    OCALAN: JI MHP'Ê 16 KES LI DYA'YÊ PERWERDE BÛN   Abdullah Ocalan di hevdîtina 2007’an de ya bi parêzerên xwe re helwesta MHP'ê û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî li gorî geşedanên wê demê nirxandin.   Ocalan gefên MHP'ê û Bahçelî yên li ser Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku wê demê siyaset dikir û piştre hat girtin bi bîr xist û got: “Ez neteweperestiya MHP’ê dizanim. Ey Bahçelî! Em dizanin berê çi hêz li pişt we bûn. Di sala 1944'an de dest pê kir, ji we 16 kes şandin Amerîkayê û di perwerdehiyekê re derbas bûn. Di sala 1970'yî de, wan li Florida, Dewletên Yekbûyî, perwerdehiya taybet dît. Û piştî vê perwerdeyê serî li gelek rêxistinên Tirkiyeyê dan û çepgiriyê qedandin. Ev, ji hêla DYE'yê ve tên piştgirîkirin."    'TURKEŞ JÎ LI DYA'YÊ HAT PERWERDEKIRIN'   Rêberê PKK'ê Ocalan ku di sala 2009'an de bi parêzerê xwe re parve kiribû ku damezrînerê MHP'ê Alparslan Turkeş jî li DYA'yê perwerde bûye, wiha got: "Altemûr Kiliç 40 salan li Florîdayê jiya. Bi rastî, hemû endamên Komîteya Yekîtiya Neteweyî li Amerîkayê hatin perwerdekirin. Suphi Kahraman di nav wan kesan de bû ku di sala 1944'an de çûbû Amerîkayê. Di damezrandina Partiya Karkeran de jî cih girt. Suphi Kahraman jî di navbera salên 1944-60’î de li DYA’yê hatiye perrwedekirin. Bahçelî jî, ji vê kevneşopîyê tê. Ji ber vê yekê li dij derdikevin.  Ji ber ku ew dizanin dê çi were serê wan."    ‘HEVSARÊ WAN DI DESTÊ HIN KESÊN DIN DE YE'   Ocalan anî ziman ku hevsarê MHP'ê û Bahçelî di destê hinekên din de ye û got: “Ew çi bibêjin wisa diaxivin, çi bibêjin wiha dikin. Baykal û Bahçelî her du jî cihûyên tirk in. Her du jî ji bo berjewendiya Îsraîlê dixebitin, ne ji bo berjewendiya Tirkiyeyê. Ez tirkan nas dikim, hevalên me yên tirk hene, Hakî Karer, Kemal Pîr û her wiha çend keç jî bi me re hebûn, wêrek û mêrxas bûn."   ‘BÊYÎ KURDAN HÛN Ê BIQEDIN'   Ocalan di sala 2009’an de di hevdîtineke din a parêzeran de gotibû ku MHP û Bahçelî piştî çepgiran berê xwe dane kurdan. Ocalan got: “Amerîka di salên 70'yî de ji we re digot, 'Lêdin' we lêdida, ji we re digot 'bisekinin' hûn disekinîn. Hûn bi hêza xwe tevnegeriyan. Niha jî we xistiye serê xwe ku hûn ê kurdan biqedînin. Divê ev bê fêmkirin; kurd bêyî tirkan, tirk jî bêyî kurdan nabe. Bêyî kurdan û hûn ê biqedin. Bêyî kurdan wê tirk jî biqedin. Neteweperestê we yê herî mezin Ziya Gokalp vê dibêje. Gokalp, ev kifş kiribû. Ew bavê netewperestiyê ye, hûn çima fêm nakin!” wî got.   Rêberê PKK'ê di sala 2007'an de, îşaret bi merhebakirina Bahçelî kir ku di vekirina meclisê de bi DTP'iyan re merheba kir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo vê got: “Helbet hişyariyên min jî hene. DTP nikare der barê encamên hilbijartinê de tu analîzan bike. Ji bo bûyera merhebakirinê ya li Meclîsê jî, ev qet nehatibû bîra min. Ez dixwazim bibêjim ku ez vê yekê pir balkêş dibînim. Bi MHP'ê re merheba dikin, lê polîtîkayeke wiha rastgele nabe. Divê polîtîka bi rêgez ve. Di vî warî de ev mijar girîng e: Gelo merhebakirin di xala naskirina hebûn û mafên kurdan de tê kirin? Nizanim nêrîna Devlet Bahçelî ya li ser kurdan çi ye, têgihîştina wî ya neteweperestiyê çawa ye. Lê pêwîst e ev dîtin bên zanîn."   Nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser merhebakirina wê demê wiha ne: "Heta ku ev hemû neyên zanîn, tenê ji ber sedemên sembolîk merhebakirin çênabe; ger wisa be, dê siyaset şêlû bibe. Gelo Devlet Bahçelî hebûna kurdan û mafên Kurdan qebûl dike? Ger wisa be, têkilî tê danîn. Wekî din ew ê bê rêgez be. Siyaset bê rêgez nabe. Pêdiviya kurdan bi siyaseteke pir rêgezî heye. Pêwîstiya kurdan bi bernameyeke cidî ya siyasî heye, pêwîst e pêşî ev yek bê pêkanîn. Dibêjin em ê biçin maçan jî, ma siyaseteke wiha dibe? Meriv çawa dikare bêyî biryara kongreyê bi serê xwe wiha biaxive? Biryareke Kongreya Partiyê heye? Di kongreya partiyê de biryar tê girtin û piştre siyaset tê kirin."   Abdullah Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bahçelî li ser van mijaran û bi giştî pirsgirêka kurd çi difikire? Di vê mijarê de nêrînên Bahçelî çi ne? Ger ew we înkar bike, li ser çi bingehê hûn dikarin wî bibînin? Gelo mimkun e ku meriv zihniyetek ku we înkar dike û paşguh dike hembêz bike?   Ez nabêjim lihevkirin çênabe, merhebakirin çênabe. Girîng e ku ev yek li ser çi bingehê çêbibe. Ger îradeya çareseriyê hebe, jidilbûyîn hebe û helwesteke biratê hebe, mirov dikare merhebayê bike û hev hembêz bike. Ez belesebeb M. Kemal mînak nadim. M. Kemal di salên damezrandina Komarê de bi kurdan re tifaq çêkir û wan hembêz kir û car hebû destên mezinên kurdan maç kiribû."    'BILA KURD BERBAYÎ VÊ NEKEVIN'   Abdullah Ocalan di sala 2008’an de di hevdîtina bi parêzerên xwe re der barê Bahçelî de agahiyên balkêş dabûn. Abdullah Ocalan her wiha destnîşan kiribû ku CHP jî wekî MHP'ê alîgirê Ergenekonê ye û Ergenkon bi qismî hatiye tasfiyekirin û lewma CHP û MHP di rewşeke zehmet de ne. Rêberê PKK'ê destnîşan kir ku ji ber vê sedemê hem CHP û hem jî MHP'ê dest bi axaftina "demokratîkbûnê" kirine. Rêberê PKK'ê got: "Ji niha û pê ve CHP wê hewl bide bibe sosyaldemokrat, ev sextekar in, divê kurd berbayî vê nekevin, bi wan nexapin."   Her wiha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî ku merhebakirina Hasîp Kaplanê DTP'î û Bahçelî di çapemeniyê de derket, got: "Ez nabêjim wê lihevkirin, merhebakirin çênebe. Ger bi rastî jdil bin û çareseriyê bixwazin, dê di nava xwe de peymaneke civakî îmze bikin. Ew ê bi hev re li ser maseyê rûnên."   MA/Mehmet Aslan