Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin 2024-10-13 09:16:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafel Talabanî di mitînga partiya xwe ya li herêma Raperînê de got: “Em ê bi hev re tişta li me tê ferzkirin biguherînin.”    Gelê Herêma Federe ya Kurdistanê dê di 20’ê cotmehê de hilbijartinên parlamentoyê li dar bixe. Mitîngên di çarçoveya xebatên hilbijartinê jî berdewam in. Serokê Partiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafel Talabanî di mitînga partiya xwe ya li herêma Raberînê de axivî. Talabanî, wiha got: “Em ê di tu pêvajoyan de dev ji we bernedin. Em ê bi hev re tişta li me tê ferzkirin biguherînin. Coşa we dijmin ditirsîne, dengê we tirsê dixe dilê wan. Gelê me yê hêja û birûmet, dê tişta we ji bo YNK’ê kirî tu caran neyê jibîrkirin. Ez birayê we me û dê tu caran we bi tenê nehêlim.”