Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-10-13 08:44:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde kir.   Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 13’ê cotmehê eşkere kir. Li gorî raporê; dê li Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Sêwas, Kocaelî, Hatay Mêrsîn, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Artvîn, Samsun, Trabzon, Balikesîr, Kutahya, Çankiri, Yozgat û Çanakkaleyê baranake zêde bibare. Her wiha pileya germahiyê dê li herêmên bakur, navîn û rojavayê welêt di navbera 4 heta 6 pileyan bikeve.    JI BO 7 BAJARAN BI KODA ZER HIŞYARÎ HATE KIRIN    Midûriyetê, ji bo bajarên Bolu, Kastamonu, Sînop, Zonguldak, Bartin, Karabuk û Duzceyê bi koda zer hişyariya barîna zêde kir.