Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin 2024-10-12 15:01:31 AMED - Hevseroka OHD’a Amedê Gîzem Mîran di kongreya Baroya Amedê de axivî û got: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Îmraliyê nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka kurd e.”  Kongreya 49’emîn a Baroya Amedê ku wê îro û sibê bidome bi axaftinan berdewam kir. Di kongreyê de rapora xebatê hat xwendin û plaket dan parêzerên ku 25 salên xwe yên pîşeyê tije kirin e. Baroyê plaketa ewil da Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha girtî ye. Demîrtaş di heman demê de endamê Baroya Amedê ye.    PLAKET DAN DEMÎRTAŞ Û AYLA AKAT    Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren palketa Demîrtaş wergirt û da zanîn ku Baroya Amedê xwedî li çand, ziman, dîrokê derdikeve û ji ber vê yekê Tahîr Elçî ha qetilkirin.    Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî ku endama Baroya Amedê ye plaket wergirt û got: “Endamtiya Baroya Amedê cihê rûmetê ye.”     ‘DARAZ ZEXTAN DIKE’    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Gîzem Mîran jî axivî û destnîşan kir ku serdest li ser vê erdnîgariyê hiqûqê wekî amûra zextkirinê bikar tînin û got: “Welat adeta veguheriye awayekî rejîma yek zilamî ku zextan li ser civakê dike. Tu mafek nayê nasîn. Wêrankirin û xerakirina bajaran hê jî di bîra me de ye. Her roj jin tên kuştin. Daraz êdî hatiye wê astê ku tacîzê li ser civakê dike.”   TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Mîran bal kişand ser zextên li azadiya raman û derbirînê tê kirin û wiha got: “Mixabin li girtîgehan roj nîne ku mafên girtiyan neyên binpêkirin. Her cure mafên girtiyan tên binpêkirin. Polîtîkaya tecrîda girankirî û îzolasyonê li ser girtiyan tê meşandin. Mînaka vê yekê ya herî giran jî li Îmraliyê diqewime. Birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş li Girtîgeha Îmraliyê bi tecrîdek girankirî re rû bi rû ne. 43 meh in agahî ji wan nayê girtin. Tu ravekirina vê tecrîdkirina birêz Ocalan nîn e. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd li hemberî girava Îmraliyê ye. Em dixwazin hiqûq û qanûn bikevin dewrê û mafên destûra bingehîn bên nasîn.”    Piştî axaftina Mîran, parêzerên jin derketin ser dikê û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin.    ZEXTÊN LI SER ZIMAN   Rêveberê MED-DER'ê parêzer Eyup Aydenîz jî axivî û bal kişand ser zextên li MED-DER'ê, mamosteyên zimanê kurdî û zimanê kurdî tê kirin û xwest li dijî zext û zilmê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve. Aydenîz girtina mamosteyê zimanê kurdî Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî jî bi bîr xist û xwest Ronî demildest bê berdan.    Kongre bi axaftinan didome.