Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn 2024-10-12 14:15:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li çar bajaran ji bo aqûbeta windayan çalakî li dar xistin û destnîşan kirin ku heta winda bên dîtin û faîl bên cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.  Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê destnîşan kirin ku heta winda bên dîtin û faîl bên cezakirin dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.   AMED   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 818’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.    Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz ê di meha îlona 1993’yan de li gundê Şenê ya ser bi navçeya Pasûrê ve hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.    Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman serpêhatiya windakirina Mehmet Salîh Akdenîz xwend.    Piştî daxuyaniyê ji bo Akdenîz û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 554’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiya v ê hefteyê de hat xwestin ku kujerên Mîkdat Ozeken ku di 27’ê îlona 1994’an de li gundê Befircana Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û cenazeyê wî winda ye bên dîtin û li aqûbeta cenaze hat pirsîn.    Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî serpêhatiya kuştin û windakirina Mîkdat Ozeken xwend.    Piştî daxuyaniyê ji bo Ozeken û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    COLEMÊRG   Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 144’emîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan.    Di çalakiya vê hefteyê li faîlên Fettah Yaşar û Şevkat Kartal ên li gundê Alekana yê Geverê di sala 1994’an de ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê û bi gulebarandina ji helikopterê jiyana xwe ji dest dabûn, hat pirsîn.    Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyanî da û serpêhatiya qetilkirina Yaşar û Kartal xwend. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÎZMÎR    Xizmên Windayan û ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart vekirin.    Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Ayhan Efeoglû yê di 6’ê cotmeha 1992'yan de hat windakirin û Alî Efeoglû yê di 5’ê çileya 1994’an de hat windakirin, xwend.