Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’ 2024-10-12 12:38:59 STENBOL - Welatiyên li Stenbolê dê ji bo mitînga “azadiyê” ya li Amedê derkevin rê, li gelek deveran li hev kom bûn û govend gerandin.    Sibê wê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê ji bo azadiyê li hev dicivin" bê lidarxistin. Mitîng di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê bê lidarxistin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê xwestin.    Li Stenbolê amadekarî ango xebatên mitîngê bi dawî bûn. Tê payîn bi sedan welatî bi gelek wesayîtan ber bi Amedê ve derkevin rê. Welatiyên ku ji bo bên mitîngê li navçeyên Esenyurt, Bagcilar, Sancaktepe, Sultanbeylî, Arnavuktoy, Beyoglu û Kartalê li nokteyên wesayît radibin civiyan. Welatiyên ku dovîzên “Deng bide azadiyê” hildan li ber stranên kurdî govend gerandin.    Gelek welatî jî bi wesayîtên xwe yên taybet ber bi Amedê ve derketin rê.