Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin 2024-10-12 09:01:24 AMED - Di îdianameyê ku der barê hevşaredarên berê yên girtî yên Şaredariya Erxeniyê de hat amadekirin, biryarên meclisê, vekirina buroyên hilbijartinê, çalakiya Aşûreyê, projeya "mala nan" û pîrozbahiya Newrozê sûc hatin hesibandin. Îdîanameya der barê 6 siyasetmedarên ku di 11'ê Hezîranê de li navçeya Erxenî ya Amedê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hat qebûlkirin. Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê ve hat qebûlkirin de siyasetmedar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin. Siyasetmedar dê di 26'ê Mijdarê de derkevin pêşberî dadger.   Ji siyasetmedarên girtî Fesîh Yalçin û Cavîdan Yaman di navbera salên 2009-2014'an de hevşaredarên navçeyê bûn. Ramazan Kartalmiş û Gulistan Polat di navbera salên 2014-2016'an de hevşaredar bûn. Esverî Malçok di navbera salên 2014-2016'an de endamê meclisa şaredariyê bû. Siyasetmedar Ahmet Kaya jî di sala 2019'an de wekî hevşaredar hatibû hilbijartin. Kaya piştî ku hat hilbijartin ji wezîfeyê hat girtin û tevî ku di dozê de beraet kiribû jî dîsa peywira wî îadeyî wî nekirin.    HER GAVÊN WAN SÛC HATIN HESIBANDIN   Îdianameya der barê siyasetmedaran de hat amadekirin ji 150 rûpelî pêk tê. Hemû çalakî, serdanên goristanan û çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan ên di navbera salên 2009-2020’an de li bajêr hatine kirin wekî sûc hatin dîtin. Di destpêka îdianameyê de "Avaniya PKK/KCK'ê" û "Peymana KCK'ê" cih girtin.   Tevlîbûna Fesîh Yalçin û Cavîdan Yaman a çalakiyên ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û şaredariyê di navbera salên 2009-2014'an de li dar xistibûn, wekî sûc hat dîtin. Di nûçeyên der barê tecrîdê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bîranîna Komkujiya Helebçeyê, vekirinên buroyên hilbijartinê û hwd. ji ber ku wêneyên hevşaredaran hebûne, bi "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin.    Dozger parast ku bi nûçeyên wekî "Pîrozbahiyên Newrozê bi coş dewam dikin" û "Banga tevlîbûna Newrozê hat kirin" ên di ANF'ê de bang li hevşaredaran hatiye kirin û hevşaredar jî ji ber vê tevlî çalakiyan bûne.   Dozger daxuyaniya Navenda Jinan a SELÎS a ku di nava şaredariyê de kar dike ya der barê revandina jin û zarokan ên ji aliyê komên paramîlîter ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, sûc hesibandin. Dozger îdia kir ku îfadeya navborî piştî daxuyaniya KCK'ê ya bi navê "Em li dijî her cure tiryakê ne" hatiye dayîn. Dozger derpêş kir ku ev daxuyanî ji bo Hevşaredar Cavîdan Yaman hatiye kirin û Yaman piştî vê bangawaziyê beşdarî çalakiyê bûye.    Di îdianameyê de hat parastin ku daxuyaniya li dijî tundiya li ser jinê ya di 15'ê Gulana 2015'an de hat dayîn, piştî daxuyaniya "Em li dijî tundiyê li qadan têkoşînê bilind bikin" a KCK'ê hatiye dayîn.    BIRYARÊN MECLISÊ SÛC HATIN HESIBANDIN!   Biryarên di navbera salên 2009-2019'an de ji aliyê Meclisa Şaredariyê ve der barê avakirina "Komîsyona Wekheviya Jin-Mêran", "Komîsyona Tenduristiya Gel" û "Komîsyona Jinan" wekî sûc hatin hesibandin. Her wiha dekontên xercaneyên di bin banê şaredariyê de hatine kirin daxilî dosyeyê hatin kirin. Lê nehat diyarkirin ku ev xerckirin ji bo kîjan sûcdarkirinê wekî hincet hatine nîşandan.    Di 6'ê Mijdara 2019'an de bi biryara şaredariyê di çarçoveya "Meha Aşûreyê" de li parkan aşûre hat belavkirin û projeya "çêkirina mala nan" jî  wekî sûc hatin hesibandin.    Di îdianameyê de îdiayên îtîrafkar Ûmît Akbîyik ku heta niha der barê bi sedan kesî de îfade daye û ji aliyê dadgehean ve hatiye piştrastkirin ku îfdadeyên wî ne rast in, cih girtin.    MA / Bêrîvan Altan