Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye 2024-10-11 18:01:16   WAN – Desmala xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 14 roj in lêdigerin, li ser qeraxê hatibû dîtin. Piştî vê geşedanê di Behra Wanê de xebatên lêgerînê hatin zêdekirin.   Xebatên ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve winda ye, di roja 14’an de didome. Kabaîş, piştî Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ku lê dima, derdikeve û careke din agahî jê nayê girtin. Duh piştî nîvro di derdora saet 15.00’an de ji aliyê Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve desmalek li ser qeraxê Behra Wanê ya dikeve di nava sînorên Gundê Bardakçi hatibû dîtin û hat zanîn ku ev desmal ya Kabaîşê ye. Piştî vê geşedanê ku heta niha geşedana ewil ya şênber e, di Behra Wanê û qeraxên wê de xebatên lêgerînê hatin zêdekirin.   Her wiha Tîmên Ewlekariya Qeraxê, Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û AFAD xebatên xwe di Behra Wanê û qeraxên wê de didomîne.