Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve 2024-10-11 16:04:43   ENQERE - Hevserokên Giştî yêN DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari bi rêxistinên elewiyan re civiyan. Tuncer Bakirhan ev peyam da: “Êdî em dikevin serdemek ku ku red û înkar bi dawî dibe. Cîhan diguhere, yên bi hêz û yên bi rêxistinkirî bi ser dikevin.”    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari di çarçoveya serdan û hevdîtinên bi aliyên cuda yên civakî re serdanên xwe didomînin. Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya van hevdîtinan de bi serok û nûnerên rêxistinên elewiyan re li otelek Enqereyê civiyan.    Seroka Giştî ya Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD) Seher Şengûnlû, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Cuma Erçe, Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) Zeynel Abîdîn Koç, Hevserokên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete û Kadriye Dogan, Serokê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî (HBVAKV) Ercan Geçmez, Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Mustafa Aslan û Alîkarê Serokê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Nurullah Esat Unsal beşdarî civînê bûn.    'DI ŞER DE BAWERÎ HEDEF TÊN GIRTIN’    Tulay Hatimogûllari di civînê de axivî û diyar kir ku di şerên li Rojhialta Navîn de gel û  bawerî tên hedefgirtin û talûkeya li ser gelan û baweriyan didome.    Hatimogûllari da zanîn ku hewcedariyek demildest bi yekitiya hêzek demokratîk a yekbûyî heye û got: “Em dixwazin bi rêxistinên elewiyan re jî biaxivin ka ew çi difikirin û em dikarin bi wan re çi bikin û çawa hevpar tevger bikin.”    REWŞA ROJHILATA NAVÎN    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî kêfxweşiya xwe ya ji hevdîtinê anî ziman û diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê şikestineke giran heye û beriya 100 salan li herêmê ji aliyê hêzên hegemonîk ve pergalek hatiye avakirin. Bakirhan bal kişand ser geşedanên li herêmê û got: "Ji bo erdnîgariya ku em lê dijîn li ser maseyan sînor hatin xêzkirin û pergalek yekperest a înkarker hat avakirin. Êdî ev sîstem hilweşiyaye û yên ku sîstemê afirandin jî vê rastiyê baş dibînin. Yên ku pergala înkarker û redker diparêzin jî vê yekê dizanin. Eger Rojhilata Navîn bi giştî di vê rewşê de ye, ji ber vê zihniyetê ye. Êdî derfeta van rejîman ku li ser lingan bimîne nemaye.”    ‘ÊDÎ EM DIKEVIN PÊVAJOYEK NÛ…’   Bakirhan anî ziman ku pereyê ku li ser şerê înkdarkirina kurdan tê xerckirin sê caran Tirkiye ji nû ve pê dikare were avakirin û wiha got: “Ji nû ve pergal tê avakirin. Êdî feraseta mêtingeriya klasîk tune ye. Em ketin pêvajoyek yên ku hêzdar in, yên ku li ber xwe didin dikarin mafên xwe werbigirin. Êdî em dikevin pêvajoyek nû ya ku red û înkar wê bi dawî bibe. Cîhan diguhere, yên hêzdar û yên bi rêxistinkirî bi ser dikevin.”     PEYAMA BO HÊZÊN MUXALÎF Û ŞOREŞGER    Bakirhan destnîşan kir ku sîstema pir nasnameyî û pirzimanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye afirandin modela çareseriyê ye û got ku xeyalên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê jî li Rojava pêk hatin. Bakirhan got: "Divê ku em şert û mercan bi qasî Bahçelî û Erdogan ên ku DEM Partiyê înkar dikirin, baş bixwînin û hişyar bin. Divê ku hêzên muxalîf û şoreşger jî şertên heyî baş bixwînin û binirxînin.”    Piştre serok û nûnerên rêxistinên elewiyan jî axivîn û nêrînên xwe anî nziman.