Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye 2024-10-11 12:44:48   STENBOL - Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partiya Stenbolê Tûran Kizilkaya diyar kir ku ji mitînga “azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin re amade ne û got: “Em ê bi girseyeke zêdetirî hezaran kesan di 12’ê cotmehê de bikevin rê.”   Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin de di 13’ê cotmehê de dê li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Mitîng dê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” bê lidarxistin. Xebatên di çarçoveya mitîngê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên meşandin berdewam dikin.   Yek ji bajarên ku xebat lê tên kirin Stenbolê jî hem belavok tên belavkirin û hem mal bi mal tax bi tax serdana gel û dikandaran tê kirin. Şandeyeke ku Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî jî di nav de bi partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên kedê û pîşeyî re tên bahev, ji bo mitîngê hevdîtinên xwe didomînin.    Li Stenbolê heta asteke mezin amadekarî hatin temamkirin. Ji sê herêmên bajêr nêzî 20 otobusan dê ber bi Amedê ve bikevin rê.    JI SÊ HERÊMAN DÊ WESAYÎT RABIN    Cihên ku dê wesayît ji herêma yekemîn a Stenbolê rabin wiha ne: Esenyûrt, Arnavûtkoy, Bagcilar, Încîrlî, Kuçukçekmece/Sefakoy û Umraniye. Li herêma duyemîn dê ji Sûltangazî û Beyoglû/Haciahmetê wesayît rabin. Cihên ku li herêma sêyemîn wesayît rabin jî wiha ne: Sancaktepe, Sûltanbeylî, Uskudar, Kartal, Pendîk û Tûzla. Her wiha dê gelek kes jî ji bo tev li mitînga Amedê bibin dê bi wesayîtên xwe yên taybet bi rê kevin.    ‘EM Ê BI HEZARAN LI AMEDÊ BIN’    Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partiya Stenbolê Tûran Kizilkaya yê têkildarî amadekariyên mitîngê axivî, anî ziman ku bi bizaveke zêde û baweriyê xebatên xwe birêvebirin. Kizilkaya diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin ne rewa ye û got: “Ev tecrîd ne hiqûqî û wijdanî ye. Di serî de gelê kurd hemû gelên bindest ji vê rewşê bi awayekî neyînî bandor dibin. Di çarçoveya plansaziyên me danîne pêşiya xwe de ewilî mal bi mal, kolan bi kolan serdan kirin. Me pêvajo bi gelên xwe re parve kir.”   Kizilkaya, da zanîn ku rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, nivîskar, karker û gelek beşên civakê re hevdîtin kirine û ew vexwendine mitîngê. Kizilkaya wiha got: “Hemû amadekariyên me yên teknîkî temam in. Em bi girseyeke zêdetirî hezaran kesan di 12’ê cotmehê de ji bo mitîngê bi rê bikevin.”