Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin 2024-10-11 11:03:30   STENBOL - Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de raporên lêkolînkirina materyalan hate xwestin û danişîn taloqî 25’ê kanûnê hate kirin.    Danişîna 6’emîn a doza Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) hate lidarxistin. Danişîn, li 15’emîn Dadgeha Giştî ya Hiqûqê ya Edliyeya Bakirkoyê hate lidarxistin. Rêveberên komeleyê û parêzer Ahmet Baran Çelîk di danişînê de amade bûn. Rêveberên Navenda Hafizeyê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Weqwfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê jî doz şopandin.    Dadgehê, di rûniştina berê de xwestibû ku ji 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê re muzekkere were nivîsandin. Dadgehê xwestibû ku weşan û materyalên aydê komeleyê ku di rapora MASAK’ê de cih girtibûn bên lêkolînkirin û şandin.    Parêzerê komeleyê Baran Çelîk jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dozger jî heman daxwaza kir.    Dadgehê da zanîn ku ji 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran re flashek, qertên CD’yê û 8 tûrikên weşanê hatine şandin û xwest ku ji heman dadgeha cezayên giran re dîsa muzekkere were nivîsandin û rapora lêkolînkirina materyalan jê xwest. Dadgehê danişîna dozê taloqî 25’ê kanûnê kir.