Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e 2024-10-11 09:01:38 ÊLIH - Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Mûrat Kiliç diyar kir ku rêya xelasiyê ya krîzên piralî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û banga mitînga 13'ê cotmehê ya li Amedê kir. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo mitînga 13'ê Cotmehê ya li Amedê ku wê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê li hev dicivin" xebateke berfireh tê meşandin. Endamê Lijneya Rêveber (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mûrat Kiliç bal kişand ser girîngiya mîtîngê û banga tevlîbûnê li her kesî kir.   Kiliç da zanîn ku gladyoya NATO'yê pêşengê komployê ye û diyar kir ku armanca vê komployê ew e ku tevgera azadiya kurd hilweşîne û bêçare bihêle û gelên Rojhilata Navînê jî mecbûrî netew-dewleta modernîteya kapîtalîzmê bike. Kiliç diyar kir ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya ku daye pêş li dijî vê komployê li ber xwe daye.   PARADÎGMA PÊŞENGIYA CÎHANÊ DIKE   Rêveber a Navendî ya DBP'ê Mûrat Kiliç   Kiliç da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li dijî paradîgmaya Abdullah Ocalan e û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo azadiya Rojhilata Navîn tezek daniye holê. Hêzên kapîtalîst ên ku xwestin ev tez negihêje gelan, xwestin wê asteng bikin. Sermayedaran ji ber ku dizanibûn ku ev teza azadiya mafan e, êrişî teza birêz Abdullah Ocalan kirin. Li dijî paradîgmayê şer kirin. Lê bê feyde bû. Ji ber ku gelê kurd têkoşîna xwe didomîne, xwe dispêre hêza xwe û destkeftiyên xwe berfireh dike. Paradîgma pêşengiya cîhanê dike."   'EM BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR JIYANEKE NÛ AVA BIKIN'   Kiliç da zanîn ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hema bêje li hemû cîhanê tevna têkoşînê hatiye pêş xistin û got ku gel li dora paradîgmayê bûne yek. Kiliç bal kişand ser girîngiya tevlîbûna mîtînga 13’ê Cotmehê ya li Amedê bê lidarxistin û got: “Mîtîngeke gelekî girîng tê lidarxistin. Hemû hevalên me bi şev û roj derî bi derî digerin, pêvajoyê vedibêjin û wan teşwîq dikin ku beşdarî mîtîngê bibin. Berê jî meşa azadiyê hatibû lidarxistin. Ev mîtîng berdewama wê meşê ye. Divê xwendekar, jin, kedkar, ekolojîst, akademîsyen û hiqûqnasên ku di gelek qeyranan de rû bi rû mane bên mîtîngê. Tecrîd di bingeha gelek qeyranan de ye. Em dikarin aştiyê ava bikin. Pêwîst e gel li vir biherikin û daxwazên xwe bînin ziman."   Kiliç destnîşan kir ku dê di mitîngê de îşaret li rêya li ber diyalog û muzakereyê bê kirin û got: “Ev mîtîng ne tenê mîtînga gelelekî ye, mîtînga gelan e. Divê rêya diyalog û muzakereyê bê vekirin. Aktorê sereke yê diyalog û muzakereyê birêz Abdullah Ocalan e, ji ber vê yekê em beşdarî mîtînga ku xwedî girîngiyeke dîrokî ye, bibin. Rêya rizgariyê ya ji krîzên piralî bi azadiya birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Werin em bi têkoşîna yekbûyî jiyaneke nû ava bikin."   MA / Fethî Balaman