Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-10-11 08:54:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo herêma Rojhilatê Behra Spî, Rojhilatê Behra Reş û Herêma Serhedê hişyariya barîna zêde kir.     Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane weşand. Midûriyetê da zanîn ku deverên bakurê rojhilat û Rojhilatê Behra Spî dê biewir be û ji bo deverên Toroslarê yên Rojhilatê Behra Spî û derdora Kendava Îskenderûnê, Rojhilatê Behra Reş û Rojhilatê Serhedê hişyariya barîna zêde û birûskan hate kirin.    Hat ragihandin ku dê li seranserî Tirkiyeyê germahiya hewayî bi ser germahiyên asayî be.