Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin 2024-10-10 19:21:38   AMED - Di xebatên ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya Amedê de wiha hat gotin: "Em bi ruhê seferberiyê di 13'ê Cotmehê de li dijî tecrîdê aştiya mayînde biqîrin."   Xebatên mîtînga ku wê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê li hev kom dicivin" bê lidarxistin, dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de esnafên Pîşesaziya Otomobîlan a navçeya Peyasê (Kayapinar) hatin ziyaretkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dundar û rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê beşdarî serdanê bûn. Heyetê esnafên li Sîteya Pîşesazîyê ziyaret kir û ew vexwendin mîtîngê û piştre bi rêveberiya Sîteya Pîşesaziya Otomobîlan re hevdîtin pêk anî.   Parlamentera Merdinê ya DEM Partiyêê Bêrîtan Guneş banga tevlîbûna mîtînga ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir. Guneşê got: "Em hemû bi rewşa ku cîhan, tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiye tê de ye dizanin. Li Tirkiyeyê krîzeke kûr heye û di heman demê de şerêli dijî demokrasî, hiqûq û mafên mirovan heye. Di nava vî şerî û krîzê de yê ku me ber bi çareseriyê ve bibe birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin ji bo rakirina tecrîda li ser wî mîtîngekê li dar bixin. Armanca me ew e ku ev pergala ku 100 sal in me xizan dike û kedxwariyê dike û pirsgirêkên me çareser nake dengê me bibihîze, vîna me nas bike û ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk çareser bibe."    YENÎŞEHÎR   Parlamenterê Amedê Serhat Eren, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî di nav de serdana Bazara Genim, Bazara Heywanan û Taxa Şehîtlîkê hat kirin. Heyeta ku li pirsgirêkên cotkar û hilberîneran guhdarî kir, gel vexwend mîtînga 13’ê Cotmehê. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren li vir axivî û got: "Em aştiyê dixwazin. Em azadî û berdêla keda xwe dixwazin. Ji ber vê yekê em di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bên cem hev."   SÛR   Jinên li Sûrê hatin cem hev, li kolan, park û esnafan geriyan û gel vexwandin mîtîngê. Siyasetmedar Sebahat Tûncel, parlementerên DEM Partiyêê Adalet Kaya û Oznur Bartin, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, rêveberên Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê û Sûrê jî di nav de heyet derî bi derî geriya û banga mîtîngê kir.   BISMIL     Li Bismilê Hevşaredar Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, hevserokên DEM Partî, DBP'ê yên navçeyê, rêveberên partiyê û endamên meclisa şaredariyê, li Kargeha Pîşesazî ya Bismilê, Sûka Genim, Cihê Otofiroşan û Termînala Bismilê esnafan ziyaret kirin. Hevserokê DBP'ê yê Bismilê Yusuf Ataş, diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê hemû kes beşdarî mîtînga Amedê bibe û got: "Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, divê her kes beşdarî mîtînga li Amedê bibe. Ji bo aştiyeke mayînde li herêmê pêk were, divê hemû gelê me bi ruhê seferberiyê tevlî mîtînga li Qada Îstasyonê ya Amedê bibe û li dijî tecrîdê aştiyeke mayînde biqîre."