UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên 2024-10-10 14:25:41   NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê ragihand ku li seranserî cîhanê zêdetirî 370 milyon zarokên keç û jin rastî destdirêjiyê yan jî êrişên zayendî tên.    Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) têkildarî cureyê tundiyê ku “di asta metirsîdar de belav bûye” raporeke navneteweyî weşand. Rapor beriya 11’ê Cotmehê Roja Keçan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî hate weşandin. Li gorî raporê li tevahiya cîhanê destdirêjî û destavêtin li zêdeyî 370 milyon keç û jinan hatiye kirin ku beriya bibin 18 salî.   Ev yek jî tê wê wateyê ku ji her 8 keç û jinan yek jê bûne mexdûrê destdirêjî û destavêtinê.   UNICEF'ê bi domdarî wiha got: “Heke mirov êrişên li ser înternetê û devkî jî bixin nav, hingî hejmara keç û jinên li cîhanê bûn mexdûrê destdirêjî û destavêtinê 650 milyon kes e ku tê wateya yek ji pênc kesan.”   Di daxuyaniyê de bal kişand ser gotinên Dîrektora UNICEF'ê Catherine Russell û wiha hate gotin: “Êrişa destdirêjî û destavêtinê ya li zarokan êrişeke li ser wijdanê me yê hevpar e.”   Li gorî raporê; li herêma Sehra ya Efrîqayê 79 milyon, li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Asyayê 75 milyon, li Herêmên Navîn û Başûr ên Asyayê 73 milyon, li Ewropa û Bakurê Amerîkayê 68 milyon, li Amerîkaya Latîn û Karabîkê 45 milyon, li Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn 29 milyon, li herêmên Okyanûsan 6 milyon keç û jin bûn mexdûrê destavêtinê.   DI ŞER DE WEKE ÇEK TÊ BIKARANÎN   Li gel şer, her wiha krîzên aborî û civakî jî êrişên li dijî keçan teşwîq dikin. Russell, ev tişt anî ziman: “Tundiya zayendî ya civakî û destavêtin bi giranî weke çekekê têne bikaranîn û li herêmên şer lê ne hîn bêrehm tê bikaranîn.”