Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin 2024-10-10 14:22:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û hate gotin ku heta faîl tên darizandin dê têkoşîn were domandin.    Rêxistina terorê ya DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Qada Gara Trenê ya Enqereyê li dijî Mitînga Aştiyê êrişa bombeyî kir û di êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Bi boneya 9’emîn salvegera komkujiyê, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatinl lidarxistin.    ÎZMÎR    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya Aştiyê ya Alsancakê merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de pankarta “Me Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekir, dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin û wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “ Em ê teslîmî tarîtiyê nebin”, “Şehîdên şoreşê nemirin” û hwd. hatin berzkirin. Li dora Bîrdariya Aştiyê wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin bicihkirin.    Ji rêveberên Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiliç di bîranînê de axivî û wiha got: “Di pêvajoya Komkujiya 10’ê Cotmehê de AKP qels bûbû û îktîdara siyasî nekarî di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi ser keve. Îktîdarê, bingeha hilbijartineke ku bikare bi ser keve amade dikir.” Dalkiliç, komkujiyên di wê pêvajoyê de hatine kirin bi bîr xist û got ku piştî îktîdar di hilbijartinên mijdara 2015’an de bi ser ketî, êdî teqîn û komkujî jî nehatin çênebûn.    Girse piştre jî çû serdana gorên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayin.    AMED      Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Şaxan a KESK’a Amedê jî bi heman boneyê çalakî li dar xistin. Endamên platformê ji ewil çûn serdana gora Abdullah Erol a li Goristana Yenîkoyê ku di komkujiyê de hatibû qetilkirin. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Amedê Faruk Ercan di bîranînê de got ku ew ê qurbaniyan ji bîr nekin û têkoşîna wan dê rêya wan ronî bike. Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Erol.    Endamên platformê piştre jî çûn serdana gora Feyat Denîz a li Goristana Şehîtlîkê ya li navçeya Bajarê Nû. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Amedê Saliha  Zorlu jî li vir axivî û got ku heta faîlên komkujiyê û hêzên li pişt wan tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.     Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Denîz. Di bîranînê de ji bo daxuyaniya ku dê saet di 17.00’ê de li Parka Rojava were kirin banga tevlibûnê hate kirin.    Di heman demê de li Stenbol, Edene û Êlihê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Her wiha komkujî hate şermezarkirin û ev peyam hate dayin: “Bîranîna we dê têkoşîna me ronî bike.”    ŞIRNEX   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê bi boneya 9'emîn salvegera êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Mîtînga Aştiyê ya di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Qada Îstasyona Trenê ya Enqereyê dihat li darxistin li Kolana Hûnerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da. Nûnerên partî û saziyên pêkhateya platformê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Me Komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin, dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin" hat vekirin.   metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê Esin Yılmaz ve hat xwendin.    Yilmaz, diyar kir ku tevî ku 9 sal derbas bûne jî berpirsyarên qetlîamê nehatine dîtin û got ku daraz sûcdaran diparêze. Yilmaz bi lêv kir ku ew ê komkujiyê ji bîr nekin û wiha got: Komkujî ji ber parastina sûcdaran nehat ronîkirin, edalet pêk nehat. Hêz û peywendiyên siyasî yên li pişt bûyerê nehatin eşkerekirin. Tevî ku doz li ser îdianameya ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de hatiye amadekirin jî lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin.Weke her sal di salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê de em bang li rayedaran dikin: Ji bo binpêkirin û bêdengkirina daxwazên maf ên xizmên gelê me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, hewl nedin. "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, aştiya pêwîst bi dest bixe û çanda bêcezabûnê ya ku li hemû qadên jiyanê belav dibe ji holê rabike, divê berpirsyarên rastî yên Komkujiya 10'ê Cotmehê bên eşkerekirin û cezakirin."    Piştre Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez, anî ziman ku di êrîşa li hemberî kesên demokrasî, aştî û azadiyê dixwastin pêkhat di heman deme de edalet, demokrasî û aştî jî qetilkir û ev tişt gotin: "Yên ku li Dîlok, Pirsûs û Amedê komkujî kirin, li Enqereyê jî heman tişt kirin. Yên gotin 'Rejeya me zede dibe' jî şirîkên van komkujiyan in. Em wan rêhevalên xwe tu carî ji bîr nakin. Heta em xeyalên wan ên demokrasî, azadî û aştiyê pêk bînin wê têkoşîna me bidome."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.