Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî 2024-10-10 11:59:43   AMED - Bi îdiaya “propaganda rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hepsê li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş hat birîn.    Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş bi îdiaya “propaganda rêxistinê” dihat darizandin. Ji doza ku Ertaş jê dihat darizandin salek û 3 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dozê li dadgeha Amedê vegerandibû. Di danişîna doza dubarekirî ku Ertaş jê dihat darizandin de îro biryar hat dayîn.    Danişîn li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ertaş beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Temûr di danişînê de amade bû. Nûnerê Herêmê yê Basin-Îşê ya DÎSK’ê Hakki Boltan jî danişînê şopand.    Dozger der barê Ertaş de ceza xwest. Parêzer Resû Temûr biryara binpêkirinê ya AYM’ê bi bîr xist û got: “Miwekîlê min ji ber rojnamevan e, parvekirinan kiriye. Hest û ramanên xwe parve kiriye. Wî ne ji bo pesindayîn û teşwîqkirina tundiyê parvekirinan pêk aniye. Ez difikirim ku sedema bingehîn a ku AYM’ê biryara binpêkirinê daye jî ev e.” Temûr xwest ku miwekîlê wî Ertaş were beraetkirin.    Şandeya dadgehê biryara xwe eşekre kir û salek û 3 meh cezayê hepsê li Ertaş birî. Dadgehê biryar da ku hikûm paşê were eşkerekirin.    DER BARÊ DOZÊ DE    Bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal ên di navbera 2015-2016’an de ku rojnamevan Mehmet Alî Ertaş kiriye, veguherî darizandina wî. Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Ertaş hat vekirin. Dadgehê salek û 3 meh ceza li Ertaş birî bû û ceza taloq kiribû. Parêzerê Ertaş li dijî birîna ceza sala 2017’an serî li AYM’ê dabû.    AYM’ê di 5’ê tîrmeha 2022’yan de der barê cezayê navborî de biryara “binpêkirinê” dabû û xwestibû ku doz ji nû ve bê lidarxistin.