Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin 2024-10-10 11:02:58   WAN- Komeleya Hunerê ya Aryenê bi pêşengtiya komeleya Jinan a Starê û ŞanoWanê û di çarçoveya “Projeya CultureJinê” de 3 rojan atolyeya hunerê hat lidarxistin.    Komeleya Hunerê ya Aryenê bi pêşengtiya komeleya Jinan a Starê û ŞanoWanê û di çarçoveya “Projeya CultureJinê” de bi beşdariya perwerdekarên ji Almanya û Amerîkaya Latînê hatin, 3 rojan atolyeya hunerê li dar xist. Di atolyeyan de perwerdeyên şano, resm, û fenîmîzmê hatin dayin. Ji perwerdekaran Yilli Rojas, Lorena Valdenegro û Sophia Schmidt gotin ku tevlibûna wan a perwerdeya Wanê ji bo wan bûye tecrûbeyeke baş.    ‘EZ LI VIR HÎNÎ GELEK TIŞTAN BÛM’     Şêwekara ji Amerîkaya Latînê Yili Rojas anî ziman ku bi beşdariya projeyê gelek keyfxweş bûye û ev tişt anî ziman: “Mijûlbûna bi hunera resmê zimanê min e. Ez, mamosteya resma me û tiştên dizanin hînî jinan dikim û bi wan re parve dikim. Xebata li vir a bi Komeleya Hunerê ya Aryenê re gelek xweş bû. Pir bi şens im ku tev li vê xebatê bûm. Me bi xwendekarên li vir re resmên pir xweşik xêz kir û kêliyên xweşik jiya. Me li vir hem huner hem jî femînîzm di rewşekî pir cuda de jiya. Enerjiyeke pir xweşik hebû. Atolyeya min ji bo min ezmûneke mezin bû û li vir hînî gelek tiştan bûm.”    ‘JI BO XEBATÊN MIN BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAMA MIN’     Şanoger Lorena Valdenegro jî diyar kir ku serbilind e ku li ŞanoWanê lîstikên xwe pêşkeş kiriye û wiha got: “Ev nêzî 10 sal in li Almanyayê dijîm. Ez şanoger û hunermenda dansê me. Saziyeke ku ez li wir perwerdeyên dans û lîstikan didim heye. Hatine vir ez gelek keyfxweş kirim. Em bi xwendekarên ŞanoWanê re hatin gel hev û me hunera xwe pêşkeş kir. Min navê ‘Şoreşa di laş de’ li lîstika li vir kir. Lîstika me ya li ŞanoWanê li pêş çav bû. Me derheqê mijarên girîng ên di şanoyê de nîqaş kirin. Mijara me ya sereke ew bû ku hesta jinbûnê li ser dikê bi dansê re bikin yek û çîroka wê vebêjin. Hatine vê derê ji bo xebatên min ên pêşerojê bû çavkaniya îlhamê.”    FEMÎNÎZM HATE NÎQAŞKIRIN     Xebatkara Atolyeya Hunerê ya Berlînê Sophia Schmidt jî bi jinan re li ser femînîzmê nîqaş meşand. Schmidt, wiha got: “Em ji bo projeyeke navneteweyî li vir in. Me tevî saziya ku em pê re dixebitin, xebatên femînîzmê kirin. Min têkildarî femînîzmê atolye li dar xist. Hatine vê derê ji bo min cihê keyfxweşiyê bû. Eeleqeyeke mezin a beşdaran ji bo mijarê hebû.”