Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin 2024-10-10 10:46:40   ÎDIR - Di serdegirtina avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê de Hevserokê Bajêr Mehmet Selçûk hate binçavkirin. Endamên partiyê bertek nîşanî serdegirtinê dan û diyar kirin ku li dijî zextan gavekê jî bi paş ve naavêjin.   Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de girtin. Tîmên tevgerên taybet, hemû kolan û cadeyên diçin avahiya partiyê girtin. Piştî lêgerîna ku bi saetan berdewam kir, li gel Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Mehmet Selçûk di serdegirtina gelek malan a li bajêr de 8 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku sedemê binçavkirina îxbara şahidê veşartî ye. Lêgerînên li avahiyê bi dawî bûn. 8 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.    ‘HÛN Ê NIKARIBIN JI TÊKOŞÎNA ME BI PAŞ VE GAV BIDIN AVÊTIN’    Li pêş avahiya partiyê ya ku lêgerîn lê bidawî bûn daxuyanî hate dayîn. Hevseroka DEM Partiyê Bahar Etrecî, anî ziman ku li dijî zextan gavekê jî bi paş ve naavêjin. Etrecî, bi lêv kir ku zext bi armanca çavtirsandinê tên kirin û wiha got: “Bi sedan polîsan avahiya partiya me dorpêç kirin. Bi van zextên bêhiqûqî tê armanckirin ku ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin berbiçav nebe. Hûn nikarin me bi zextan bitirsînin. Weke her carê em ê aştî û demokrasiyê di asta herî jor de biqîrin. Ev zext û binçavkirin û girtin di çarçoveya plana çokdanînê ya desthilata AKP’ê û MHP’ê de pêk hatine. Hûn nikarin bi van zextan ji têkoşîna me ya demokrasiyê gavekê jî bi paş ve bidin avêtin. Weke her carê em ê demokrasiyê û aştiyê biqîrin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.