Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin 2024-10-10 10:37:35   ŞIRNEX - Jinên botanî ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê derî bi derî digerin û xebatan dimeşînin. Jinan, got: “Dema tecrîd hate şikandin, dê azadî, wekhevî û aştî jî bê.”    Di 13’ê cotmehê de dê li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” mitîngek bê lidarxistin. Xebatên ji bo mitîngê li gelek bajaran bênavber didomin. Jinên şirnexî jî derî bi derî digerin û welatiyan vedixwînin mitînga 13’ê cotmehê. Li gel navenda bajar, li gundan jî xebat bênavber tê domandin.    ‘BILA TECRÎD RABE Û RÊYA GUFTÛGOYÊ BÊ VEKIRIN’    Ji aktîvîstên TJA’yê Adalet Fîdan got ku bi şev û roj xebatên xwe didomînin. Fîdan, wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê bandorê li hemû jinan dike. Hewl didin bi rêya zext û komkujiyan têkoşîna gelê kurd bitepisînin. Tecrîd, li hemû zindanan û qadên jiyanê belav bûye. Dixwazin civakeke kole û rizî ava bikin. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê ye. Sedema van şeran jî tecrîd û neçareserkirin e. Em ê di mitîngê de daxwaza rakirina tecrîdê û vekirina rêya guftûgoyê bikin. Her dirûşma li qada mitîngê tê berzkirin dê dîwarên tecrîdê parçe bikin.”    'EM Ê BIHERIKIN AMEDÊ’   Ji Dayikên Aştiyê Dahîle Admiş jî xwest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Admiş, got: “Em, tecrîdê weke zilmê dibînin. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes tev li mitînga Amedê bibe. Divê em li Amedê dengekî wisa derxînin ku hemû cîhan bibihîse û ev deng biçe Îmraliyê jî. Heke tecrîd rabe dê jiyana me xweşt bibe. Em ê bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Zarokên me êdî dê nemirin. Dê aştî, wekhevî û azadî çêbibe. Em botanî dê mîna lehiyê biherikin Amedê.”    Rengîn Onuk jî bi lê kir ku polîtîkayên tecrîdê bandorê li hemû derdoran dike û ev tişt anî ziman: “Heke tecrîd rabe dê şer bi dawî bibe. Weke jineke ciwan ez di her qada jiyana xwe de tecrîdê hîs dikim. Tecrîd, tarîkirina pêşeroja me ye. Bi taybet jî li jin û ciwanan tê ferzkirin. Ji ber ku pêşerojeke azad a civakê ne. Em ciwan dê pêşengtiyê ji şikandina tecrîdê re bikin. Dema hevdîtin hatin kirin, di serî de pirsgirêka kurd dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerekî mezin heye. Dema tecrîd hate rakirin dê ev şer bi dawî bibe. Lewma divê her kes tev li mitînga azadî û aştiyê bibe. Em dengê xwe çiqas xurt derxînin dê rêya aştî û demokrasiyê jî ewqas bêhtir vebibe.”    ‘EM DI HER QADÊN JIYANÊ DE TECRÎDÊ DIJÎN’   Hevseroka DEM Partiyê ya Silopiyayê Elîf Oruç jî anî ziman ku bi kûrkirina tecrîdê re pirsgirêkên civakî jî zêde bûne. Oruç, wiha bi dawî kir: “Li ser jinan û civakê tecrîdeke giran heye. Civak nikare daxuyaniyekê bide yan jî çalakiyekê li dar bixe. Em vê tecrîdê teqez qebûl nakin. Lê êdî kêr gihişt hestî. Em ê li Amedê mitîngeke mezin li dar bixin. Bi milyonan kes dê li dijî tecrîdê biqîrin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku bên Amedê. Dema tecrîd hate şikandin dê azadî, wekhevî û aştî jî bê.”