Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin 2024-10-10 10:05:16 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranîna Komkujiya Garê de axivî û wiha got: “Vê îktîdarê hewl da bi hevkariya DAIŞ’ê hebûna xwe biparêze. Em ê kevokên aştiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”  Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li Qada Gara Trenê ya Enqereyê bi bombeyan êrişî Mitînga Aştiyê kir. Di êrişê de 103 kes hatin qetilkirin. Bi boneya salvegera 9’emîn a komkujiyê, li qada komkujiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Malbatên qurbaniyan, kesên di komkujiyê de birîndar bûn û gelek kes tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, EMEP, Halkevlerî, CHP, KESK, ÎHD, gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî tev li bûn.    Girse, ji Stasyona Metroyê ya Ulusê heta Qada Garê meşiya. Di meşê de pankarta “Em ê Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin” hate hilgirtin. Piştre jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin rêz hate girtin. Bi domdarî navên 103 kesan hatin xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Roj dê were, dewran dê biguhere, kujer dê hesabê bidin gel” hate berzkirin.    ‘AŞTIYÊ MÎNA LI VÊ BÎRDARIYÊ DE VEBÊJIN’   Avahîsaz Metîn Yurdanur ku bîrdariya li qadê çêkiriye di bîranê de wiha got: “Min 45 sal berê li Qada Garê ya Enqereyê ev bîrdarî çêkir. Bi navê din, peykerê Xoce Nasreddîn. Li gorî rexnegirên hunerê ev yek berhemeke sereke ye. Ev bîdarî, di 10’ê Cotmeha 2015’an saet di 10.04’ê de di nava xwînê de ma. Çav û rûyê Xoce Nasreddîn ên ku 30 sal bûn rûyê her kesî dikenand, di nava xwînê de man. Bi salan piştî wê bîrdariyê, bîrdariyeke din li vir zêde bû. Ev bîrdarî ‘Qêrîna Dayikan’ e. Ji ber ku avên ji jor diherikin, dê bibin rondikên çavên dayikan. Dê qêrîna dayikan li hemû cîhanê belav bibe. Di vê navberê de mamosteya Veyselê 9 salî, Sabahat Xanimê got; ‘Îcar ez ê niha aştiyê çawa ji zarokan re vebêjim.’ Mamoste Sabahat, hûn ê aştiyê mîna di vê bîrdariyê de vebêjin; jineke ku di hembêza wê de mirin heye lê li ber xwe dide, diqîre, li ber xwe dide, dê mîna kevoka aştiyê ya zarokeke keç bi xwe re dibe lê ji bo aştiyê li ber xwe dide, têdikoşe vebêjî.”    Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun ku hevjînê wê parêzer Uygar Coşgun di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî metna hevpar xwend. Coşgun wiha got: “Heke Komkujiya 10’ê Cotmehê weke sûcekî li dijî mirovahiyê neyê qebûlkirin wê demê dê kîjan doz were qebûlkirin? Dema mirov li daxuyaniyên siyasiyên wê demê dinêre, pir eşkere ye ku Komkujiya 10’ê Cotmehê cînayeteke siyasî ye.”    HATÎMOGÛLLARI: DAXWAZÊN WAN AŞTÎ Û EDALET BÛ    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Tekane daxwaza wan aştî bû. Dixwestin şer û pevçûnên li Tirkiyeyê bi dawî bibin. Dixwestin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Daxwaza wan ked bû, mafê kedkaran bû. Ji ber ku baş dizanin ku heke nan nebe aştî û edalet jî nabin. Dixwestin jin neyên qetilkirin, daxwaza darezeke serbixwe û adilane dikirin. Daxwaza wan mafên mirovan, azadî, hemwelatiya wekhev û bidawîkirina komkujiyên li dijî elewiyan bûn... Bi kurt û kurmancî daxwaza wan aştî, edalet û xwişk-biratî bû.”    'BI DESTÊ DAIŞ’Ê DAN KIRIN’   Bi domdarî Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Vê îktîdarê, ji bo parastina hêza xwe Komkujiya 10’ê Cotmehê da kirin. Dê were bîra we; heta 10’ê Cotmehê weke ku fermana komkujiyan hatibe dayin li her derê komkujî dihatin kirin. Li Dîlokê di dawetekê de komkujî kirin, di mitînga HDP’ê teqîn pêk anîn, bombe danîn rêxistinên HDP’ê yên Edene, Mêrsînê... Û li Pirsûsê rêwiyên xeyalan qetil kirin. Ev komkujî tevek li gel DAIŞ’ê kirin û rê li ber DAIŞ’ê vekirin. Vê îktîdarê xwest hebûna xwe bi hevkariya DAIŞ’ê biparêze. Haya wan ji hemû komkujiyan hebû. MÎT a ku li navenda Enqereyê nahêle çûk bifire, hêzên ewlekariyê û tevek ji vê komkujiyê haydar bûn. Dema doza Komkujiya Gara Enqereyê dişopandin, ketin nava tirs û xofê. Heke gotin di cih de be li xwe mikur hatin û gav bi gav vegotin ka çawa pêk anîne. Bê ka gubre çawa bi dest xistine, bombe çawa amade kirine, ji Dîlokê heta Enqereyê rê li ber wan çawa hatiye vekirin. Dema mirov li girtekan dinêre, wê demê dibîne bê ka pêşiya vê komkujiyê ji hêla dewlet, hêzên ewlekariyê û MÎT’ê ve çawa hatiye vekirin.”    'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê van canên xwe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê wan di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Armanca wan çi be, heta ku ev tevek pêk tên em ê têbikoşin. Bila soza me ya ji bo we kevokên aştiyê yên hêja; dê ala we tu caran nekeve erdê. Heke me ew ji bîr kirin bila dilê me ziwa bibe.”    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ber bîrdariyê û merasîma bîranînê bi dawî bû.