Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir 2024-10-10 08:58:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh cezayê hepsê yê li Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli hatibû birîn, erê kir.  Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizrakli ji ber îtîrafkariya Hîcran Berna Ayverdî hatibû girtin. Dadgeha Amedê ceza li Mizrakli birîbû û ev ceza çûbû Dadgeha Bilind. Lê Dadgeha Bilind bi hinceta kêmasiyên lêpirsînê hene ceza xera kir û şand Dadgeha Amedê. Di ecnama darizandinê de Dadgeha Amedê dîsa 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî û şand Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê Mizrakli erê kir.    Dema Mizrakli Parlamenterê HDP’ê bû bi îdiaya ku di organên Kongreya Civaka Demokrtatîk (KCD) cih girtiye, doz lê hat vekirin. Mizrakli ji ber parlamenter bû negirtî hat darizandin. Mizrakli di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bijartin. Beriya hilbijartinê bi 11 rojan, îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî ku di pevçûnên dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de cih girtiye, îfade li ser Mizrakli dabû. Piştî qeyûm tayînî şûna Mizrakli hat kirin, di meha cotmeha 2019’an de hatibû girtin. Mizrakli bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û ceza lê hat birîn.