Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin 2024-10-10 08:44:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara avakirina komîsyona lêkolînkirinê ya Meclisê ku ji bo pêşîlêgirtina îstîsmarkirin û tundiya li dijî zarokan hate dayin, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.  Li ser pêşniyara DEM Partî û CHP’ê di 8’ê cotmehê de li Meclisê hevdîtin hatin kirin û di mijara “Cînayetên zarokan û îstîsmarkirina zarokan” de biryara avakirina komîsyona lêkolînkirinê ya Meclisê hate dayin. Biryara avakirina komîsyona lêkolînkirinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Di komîsyonê de dê 22 endam hebin. Piştî hilbijartina serok, serokwekîl, berdevk û katîbî dê komîsyon 3 mehan bixebite.