DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye 2024-10-09 12:36:51 ENQERE - DEM Partiyê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got ku rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku bi pêşengtiya DYA’yê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin, bi serenavê “Bi Komploya 9’ê Cotmehê re destwerdan li qedera gelên Tirkiyeyê hate kirin” daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku mebesta ji komployê ew bû ku pevçûnên di navbera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bên kûrkirin.    Bi domdarî DEM Partiyê destnîşan kir ku 9’ê Cotmeha 1998’an ji bo fêmkirina tiştên niha li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimîn dîrokeke krîtîk e û wiha got: “Em dikarin sedemên sereke yên tiştên îro diqewimin di vê komployê de bibînin. Hêzên emperyalîst û têkiliyên wan ên dewleta kûr ên li Tirkilyeyê bi komploya li dijî birêz Ocalan re xwestin pevçûna di navbera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn de kûr bikin. Bi komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir re plana şerekê di navbera kurd-tirkan de ku sed salan bidome kirin. Bi vê komployê re ne tenê li dijî gelê kurd, mudaxileyî qedera Rojhilata Navîn û pêşeroja gelên herêmê kirin.    KOMPLO BI ÊRIŞKARIYA ÎSRAÎLÊ BERDEWAM E    Mebesta ji komploya navneteweyî ew bû ku gelan bi hev bidin qirkirin, neteweperestî û dijminatiyê sor bikin û Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên hêzên emperyal dîzayn bikin. Di esasê xwe de em îro jî vê dijîn. Komplo, îro bi êrişkariya Îsraîlê berdewam e ku xetereya şerê cîhanê di xwe de dihewîne.    TÊKOŞÎNA OCALAN   Birêz Ocalan ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya civakî têdikoşe, ji bo valaderxistina vê komployê kete nava hewldanên nûwaze û hem ji hêla teorîk hem jî ji hêla pratîkî ve rêyên xerakirina vê lîstikê raber kir. Destê aştiyê dirêj kir û li ber pêvajoya guftûgo û muzakerayan geriya. Tevahiya parastinên xwe yên li Îmraliyê jî ji bo demokratîkkirina têkiliyên di navbera kurd û tirkan de kir. Ji bo valaderxistina hesabên hêzên navneteweyî yên li ser gelên Tirkiyeyê, tezên ‘welatê hevpar’ û ‘komara demokratîk’ pêş xist.    HETA KU TECRÎD HEBE DÊ TIRKIYE HER WINDA BIKE    Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo valaderxistina komploya navneteweyî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, ne tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsend e. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn dîsa ketiye nava dorpêça agir de, em bi bîr bixin ku birêz Ocalan bi salan berê ji bo pirsgirêka kurd bal dikişand ser çareseriya demokratîk û aştiyane. Nêzî sê salan li Îmraliyê hevdîtin hatin kirin û wê demê ji bo krîzên siyasî û aborî yên niha hişyarî kir. Mixabin bi tecrîd û agahînegirtina mutleq bersiv dan vê sekn û nêzikatiyê. Bi tundî û polîtîkayên tecrîdê bersiv dan pêşniyarên çareseriyê. Lewma jî pirsgirêka kurd hêj bêhtir kûr bû û veguherî pirsgirêkeke navneteweyî. Heta ku tecrîd bidome dê gelên Tirkiyeyê mîna niha her tim winda bikin. Heta ku tecrîd hebe dê aştiya civakî ya Tirkiyeyê pêk neyê.    RÊYA DEMOKRATÎKBÛNÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE    Weke xizan, kedkar û bindestên vî welatî heta em li dijî tecrîdê bi dengekî xurt dernekevin dê ev çerxa zilmê ya li Tirkiyeyê her bigere. Dem dema şikandina vê çerxê, çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Rêya vê jî şikandina tecrîdê ye.    BANGA JI BO MITÎNGA 13’Ê COTMEHÊ   Ji bo bidawîkirina tecrîdê, hevdîtina birêz Ocalan a bi parêzer û malbata xwe re û jinûve zindîkirina hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê, Platforma Saziyên Demokratîk dê di 13’ê cotmehê roja yekşemê de li Amedê mitîngê li dar bixin û em tevahiya gelên xwe vedixwînin mitîngê.”