Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza 2024-10-08 13:54:36   STENBOL - Di danişîna derbarê nivîskar û rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê hatiye vekirin de ji “rêze propagandaya rêxistinê” ceza hate xwestin.    Danişîna doza bi îdiaya “bi aşkerayî teşwîqî sûc dike” û “propagandaya rêxistinê” ji ber nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin derbarê nivîskar û rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin de hate vekirin, hate lidarxistin. Danişîna 9’emîn a doza ku Huseyîn Aykol, Ayşe Batûmlû Kaya, Eren Keskîn û Reyhan Çapan jinûve tên darizandin li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Stenbolê hate lidarxistin. Di danişîna ku kesên tên darizandin tev li nebûn de parêzer Ozcan Kiliç amade bû.    Kiliç, diyar kir ku parastinên di danişînên beriya niha de li dijî îdiayan kirine dubare dike û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kir.    Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir jî diyar kir ku kesên tên darizandin rêveber û nivîskarên rojnameyê ne îdia kir ku çalakiyên ji aliyê rêxistinê ve tên kirin bi nivîs û nûçeyan “rewa nîşan didin, pesnê wan didin û piştgiriyê didinê”. Dozger, îdia kir ku kesên tên darizandin sûcê “rêze propagandaya rêxistinê” kirine û ji heman sûcdariyê daxwaza ceza kir.    Parêzer Kiliç ê piştî mutalayê mafê axaftinê wergirt li dijî mutalaya derbarê esasê de daxwaza dema zêde kir.    Şandeya dadgehê ya ji bo parastinê daxwaza demê qebûl kir, danişîn taloqî 19’ê kanûnê kir.