Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive 2024-10-08 10:05:53   ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di axaftina xwe ya li Meclisê de gotibû ku “Armanca Îsraîlê ya pişt re Tirkiye ye”. Rûniştina girtî ya Meclisê ku piştî vê yekê biryara wê hatibû girtin, tê payîn ku îro pêk were.    Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di axaftina xwe ya li Meclisê ya di sala nû ya qanûnçêkirinê de gotibû ku “Armanca Îsraîlê ya pişt re Tirkiye ye”. Piştî van gotinan tê payîn ku îro li Meclisê rûniştina girtî pêk were. Heke lijne bê vekirin, AKP û MHP daxwaza rûniştina girtî bikin û were qebûlkirin dê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler jî tev li bibin. Di rûniştinê de ji bilî Îsraîl û Îranê dê geşedanên li herêmê jî bên nirxandin.